5emîn Festîvala Cîloyê birêve diçe

02-07-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan 5emîn Festîvala Cîloyê Çiyayê Cîlo Colemêrg
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) - Li navçeya Gever a Colemêrg a Bakurê Kurdistanê 5emîn Festîvala Cîloyê tê lidarxistin û beşdariyeke mezin a geştiyaran di vê festîvalê de heye. Golên Cemedê yên Satê yên li Çiyayê Cîlo ku dikeve nav sînorê navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi xwezaya xwe bala geştyaran dikişîne ser xwe. Çiyayê Cîlo ku xwedî xwezayeke bedew û balkêş e, serê çiyê hîn bi berf e. Li ser Golên Cemedê yên Satê 5emîn Festîvala Cîlo berdewam e.

Bilindahiyê digehine 3 hezar 400 metreyan, ciyayên cemedî û sirûştekî bêhempa, Çiyayê Cîlo serê Reşko û golên Satê, îsal di Pêncemîn Festîvala Cîloyê de zedetiri 15 hezar kes li dora vê golê kom bûne.

Parêzgarê Colemergê İdrîs Akbayik got “Em spasiya hemû aliyan dikin. Pencemîn car e ku em festîvala Cîlofest encam didin. 15 hezar kes hatine li vir aramî heye jiyan heye herkes bextewer e înşellah wê baştir be. Ez careke din spas dikim.”

Xelkê beşdar di 5emîn Festivala Cîlo de ji bo dîtina vê sirûşta xweş di rêyeke zor û zehmet û de û bi hewleke yekcar zede xwe gehandine cihê festîvalê, ji bo festîvalê ji bajarên devrûberê Colemergê û ji Başurê Kurdistanê mêvan hatine.

Geştiyar Mihemed Casim Herkî dibêje “Ez ji Diyana hatime duh bi şev em li Colemergê bûn serê sibê seat 4 em rêketine bo seat 9 em gehiştine. Rê gellek nexweş in. Par jî ez hatibûm. Ez xelkê gundê Stonê ne me gundê Herkiya, em li gel Satê cîran in. Tixûbe me nêzîkî hev in em xwe weke xelkê vê deverê dibinin. Em bi hatine vir gellekî keyfxweş in.”

Geştiyar Hikmet Satî diyar kir “Ez dixwazim li vir çanda Kurdî bibinim. Ez dixwazim cihên bab û bapîrên xwe bibinim. Festîval ne tenê ji bo dîtina cihên xweş e. Bila tenê çanda tirkan nebe ez dixwazim çanda kurdan jî hebe.”

Li qada festîvalê li aliyekî konsert û şahî li aliyekî dîlana ciwanan heye, li ser golên satê yariyên werzijî têne kirin û xelk demeke xweş derbas dike.

Geştiyar Ergûn Geverî anî ziman “Hevalên me bi hev re li vir govendê digirin û bi hev re çaya xwe vedixwen. Em behsa dîroka xwe û welatê xwe dikin, kesên nezanin em jê re dibêjin yên bizanin jî ew ji me re dibêjin.”

Cîlo û Sat nêzîkî 60 km dikevine başûrê navçeya geverê festîvala îsal dê du rojan berdewam e û geştiyarên  ku bixwazin dikarin bi şev jî li çiya bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst