Di 30emîn salvegera Komkujiya Madimakê de çalakiyên bîranînê hatin kirin

02-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Komkujiya Madimakê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqerê di 30emîn salvegera Komkujiya Madimakê de ku li Sêwas a Bakurê Kurdistanê ji aliyê kesên tundrewên Îslamî ve hat kirin û 37 kesan canê xwe ji dest dabûn merasîmek hat sazkirin.

Seroka Şaxa Enqerê ya Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal amaje bi wê yekê da ku Komkujiya Madimakê sucekî dijî mirovatiyê ye û di ser sucên wiha re dem derbas nabe.

Seroka Şaxa Enqerê ya Komeleya Pir Sultan Abdal Cansu Erice got, “Ligel ku 30 sal derbas bûne hê jî hesabê komkujiyê nehatiye dayîn. Berpirsên pişt vê komkujiyê nehatine eşkerekirin. Edalet pêk nehatiye. Piraniya kujeran hatine efûkirin. Hinek ji wan jî bo derveyî Tirkiyê hatine şandin.”

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî heman komeleyê ji bo bîranîna komkujiya Madimakê merasîmek saz kir û parêzerê dozê amaje bi wê yekê da ku Elewî daxwaza mafê xwe yê wekheviyê dikin.

Sekreterê Hiqûqî yê PSAKD Cafer Koluman jî anî ziman, “Em dixwazin li vî welatî wekhev bijîn. Em Elewî wek rastiyeke vê erdnîgariyê, vê axê dixwazin mafê me yê wekheviyê hebe. Em dixwazin derfetên dewletê wek welatiyên din bikar bînin. Em zêde tiştekî naxwazin. Heta hun vê yekê qebûl nekin dê berxwedana Elewiyan berdewam be.”

2ê Temûza 1993an li bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê komkujiyek hat kirin ku niştecihên wê hem Elewî û hem Sunne ne. 37 kes hatin kuştin ku 33 ji wan rewşenbîr, helbestvan, hunermend û nivîskarên Kurd û Elewî bûn, du karmendên otêlê du jî êrîkar bûn.

Rûniştina Doza Komkujiya Sêwazê 14ê Îlona îsal dê bê kirin û metirsî heye ji ber derbasbûna demê doz bê girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst