Erdogan cezayê tawanbarekî Komkujiya Madimakê efû kir

06-09-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Madimakê Erdogan Hayrettin Gul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kujerekî Komkujiya Sêwazê ku cezayê heta hetayê lê hatibû birîn efû kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, cezayê Hayrettin Gul ê yek ji tawanbarê Komkujiya Sêwazê ku cezayê heta hetayê lê hatibû birîn û di girtîgehê de bû bi hinceta “nexweşiya berdewam” efû kir.

Biryara Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket warê cîbicîkirinê.

Di encama pêvajoya dadgehê de li hinek kesan cezayê heta hetayê û hinek kesan 15 sal ceza hatibû birîn.

Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ya Enqereyê di çarçoveya dozê de cezayê darvekirinê li Hayrettin Gul birîbû, piştî ku cezayê darvekirinê hat rakirin, cezayê wî bo cezayê heta hetayê hat guhertin.

Erdogan 31ê Çileya Paşîn 2020an cezayê Ahmet Turan Kiliçê 86 salî jî ku yek ji tawanbarên komkujiyê bû bi hinceta nexweşiyê efû kiribû.

Roja 2ê Tîrmeha 1993yan li bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê li dijî welatiyên Elewî komkujiyek hat kirin ku niştecihên wê hem Elewî û hem Sunne ne.

Kesên radîkal agir berdan Otela Madimakê û di encamê de 37 kes hatin kuştin ku 33 ji wan rewşenbîr, helbestvan, hunermend û nivîskarên Kurd û Elewî bûn.

Herwiha du karmendên otelê û du jî êrişkar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst