Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin: Di Hezîranê de 31 jin ji aliyê mêran hatin kuştin

02-07-2022
RÛDAW
Nîşan Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin di Hezîrana îsal de 31 jin ji aliyê mêrên ku nasê wan in hatine kuştin.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin raporta xwe ya Hezîrana 2022ê eşkere kir.

Li gor raportê meha borî 31 jin hatin kuştin û 22 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

Li gor raportê  Hezîrana îsal 4 jin li parêzgeha Stenbolê, 3 jin li Zonguldak, li Enqere, Izmir, Antalya û Balikesirê 2 jin, li Edene, Bursa, Isparta, Meletî, Denizli, Wan, Edirne, Muş, Erzerom, Kayseri, Êlih, Giresun, Kutahya û Tekirdagê jî yek jin hatiye kuştin.

Jin ji aliyê kî ve hatine kuştin?

%32  mêrê wê

%23 mêrê ku pê re dijî

%13 Bavê wê

%10 Nasê wê

%6 mêrê wê yê berê

%6 diyar nîne

%3 mêrê wê yê berê

%3 xizmên wê

%3 kurê wê

Li gor raportê jin herî zêde li male hatine kuştin ku hejmara wan 23 ye û ev jî ji %74ê kuştina jinan e.

Herî zêde jin li ku derê hatine kuştin?

% 74  li male

% 10  Ne diyare

% 6  li Kolanê

% 3  li zeviyê

%3 li cihê vala

%3 li cihê din

Herwiha li gor raportê ji 31 jinan 11 jin ji wan ji ber ku xwestine xwe ji mêrê xwe berdin û lihevkirin red kirine hatine kuştin. 2 jin jî bi hinceta aboriyê û 18 jin jî sedema kuştina wan nehatiye diyarkirin.

Jin bi kîjan sedeman hatine kuştin?

% 58 Sedem nehatiye diyar kirin

% 35 ji ber xwestiye derbarê jiyana xwe de biryar werbigre

%  6 Aborî

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin di Gulana îsal de jî ragihandibû ku di vê mehê de 35 jina hatine kuştin û 16 ji wan bi awayekî bi guman hatine dîtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst