Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê CHPyê Ozgur Ozel îro dicivin.
Recep Tayyîp Erdogan û Ozgur Ozel îro demjimêr 16:00an li Enqereyê li Navenda Giştî ya AK Partiyê dicivin.
Di rojeva her du serokan de nivîsandina destûreke nû û çend mijarên din heye.
Ozel derbarê civînê ji medyaya Tirkiyeyê re got:
“Em dê li gel Erdogan bicivin. Em dê bibînin ka hêviya wan aloztirkirina Tirkiyeyê ye yan diyalog e.”
Erdogan jî berê ragihandibû ku dixwazin destûreke nû binivîsînin û ji mixalefetê piştgirî xwestibû.
Ozel, doh bi telefonê bi serokên berê yên CHPyê Hîkmet Çetîn, Altan Oymen, Murat Karayalçin û Kemal Kiliçdaroglu re axivî û beriya civînê pêşniyarên wan wergirtin.
Ozel herwiha pêşniyarên endamên rêveberiya CHPyê, parlamenter û şaredaran jî wergirtibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse