Îbrahim Kalin: Tiştên Rusya daxwaz dike ne rasteqînin

02-03-2022
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Kalin Tirkiye Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahim Kalin derbarê operasyona serbazî ya Rusya bo ser Ukraynayê de got, peywendiya wan ligel şandên hevdîtinan ên herdu aliyan jî hene û egerek mezin heye ku hevdîtin bê paşxistin.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahim Kalin di bernameyeke medya Tirkî de pêşveçûnên dawî yên êrîşa Rusyayê bo ser Ukraynayê nirxandin.

Kalin amaje bi wê yekê da ku peywendiya wan ligel şandên herdu aliyan jî hene lê eger hevdîtin bo derbaskirina demê be egereke mezin heye ku hevdîtin bo du rojên din bên paşxistin.

Kalin got “Hevdîtin bi asanî derbas nabin. Daxwazên Rusyayê ne rasteqînin. Wek naskirina Kirimê, bêçekkirina Ukraynayê û herwiha... Li gor me jî ev daxwaz ne rasteqînin. Niha tişta em li ser radiwestin bi dawîkirina şer e û di encama hevdîtinan de biryara agirbestê bê dayîn û rêyeke mirovî bê avakirin.”

Li gor agahiyan hevdîtina şandên herdu aliyan a duyemîn divê di demeke kurt de li sînorê Belarus û Polondê were sazkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst