Li Mersînê 4 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

01-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mersîn PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsusê ya parêzgeha Mersînê ya Tirkiyeyê bi “hinceta propagandaya PKKyê” 4 kes hatin desteserkirin.

Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Mersînê, bi hinceta ku li ser torên civakî “propagandaya PKKyê” kirine û salên 2014 û 2016an beşdarî “çalakiyan” bûne ji bo desteserkirina 4 kesan “operasyon” kir.

Di operasyona ku 60 polîs beşdar bûn û drone hatin bikaranîn de polîsan deriyê malan şikandin û ketin hundir.

Di operasyonê de 4 kes hatin desteserkirin û ji bo Rêveberiya Ewlehiyê ya Mersînê hatin birin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst