Mersîn: 2 ciwanên Kurd di bûyera trafîkê de canê xwe ji dest da

14-01-2024
Ferdî Sak
Nîşan Mersîn Şirnex Karkerên Demsalî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Akdenîzê ya Mersînê 2 ciwanên Kurd ên karkerên demsalî yên ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest da.

Bûyer demjimêrên derengiya şeva borî li navçeya Akdenîzê ya Mersînê çêbû.

Ciwanên bi navên Abdulhaluk Olmez û Şukran Tonk ku ji navçeya Qilebanê ya Şirnexê wek karkerên demsalî çûbûn Akdenîzê, dema hewl didan derbasî aliyê din ê rê bibin otomobîlekê li wan da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê lê tevî hewldanan her du ciwanên Kurd li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîman cenazayê her du ciwanan ji bo karûbarên otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Akdenîzê.

Çavkaniyekî ji navçeya Qilebanê ji Rûdawê re ragihand ku her du ciwanên ku di bûyera trafîkê de bûne qurbanî, di temenê xwe yê 20 salî de bûn.

Ew berî demekê ji bo ku di kargeheke narenciyan de bixebitin çûbûn navçeya Akdenîzê.

Li gorî zanyariyan cenezayên her du ciwanan dê li gundên Şîvrezan û Nîrê yên navçeya Qilebanê werin veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst