Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 14 sendîkayên perwerdeyê kar boykot dikin

01-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 14 sendîkayên perwerdeyê ku 300 hezar endamên wan hene dê 2ê Mijdarê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dijî Yasaya Pîşeya Mamostatiyê bo rojekê kar boykot bikin.

14 sendîkayên perwerdeyê dibêjên Yasaya Pîşeya Mamostatiyê bo pirsgirikên mamostayan nabe çareserî, pirsgirêkên wan girantir dike, mamostayên sereke, mamostayên pispor û ferqa di navbera mûçe de aştiya kar têk dide. Lewra ew dê sibe 2ê Mijdara 2022ê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo dema rojekê kar boykot bikin.

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim-Sen) piştgirî da biryara 14 sendîkayên perwerdê. Lê Turk Egtim Sen ku nêzîkê MHPê ye dibêje ew beşdarî çalakiyê nabin. Egitim Bir-Sen ku ew jî sendîkayeke perwerdeyê ye gotiye ew dê îro 1 Mijdarê dijî wê yasayê bo dema demjimêrekê dersê boykot bikin.

Hevserokê Sendîkaya Egitim Senê ya Amedê Zulkuf Guneş ku piştgiriyê didin çalakiyê dibêje, pêwîst e ew yasa were hilweşdan. Zulkuf Guneş herwiha daxwaz dike, bi awayekî lezgîn ezmûna kariyerê ku biryar e 19ê mehê bê kirin were hilweşandin.

Guneş dibêje, divê yasayeke nû ya perwerdeyê were amadekirin ku temsîla nêrîna hemû sendîkayên perwerdeyê têde hebe. Di heman demê de sendîka daxwaz dikin mûçeyê mamosteyan were zêdekirin û dibêjin mûçeyê niha mamosta werdigrin di jêr asta hejariyê de ye.

Bo postên mamostayen jî Guneş dibêje, li gor yasayê ji hev cudakirina mamostayan bi awayê mamostayê sereke û mamostayê pispor, di navbera mamosteyan de dibe sedema ferq û cudakariyê, ev jî aramî û aştiya kar nahêle û daxwaz dike ku hemû mamosta beşdarî vê çalakiyê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst