Lêkolînên Avrasya: Dengên AK Partî û CHPê wek hev in

01-11-2021
RÛDAW
Nîşan Lêkolînên Avrasyayê Rapirsî AK Partî CHP HDP MHP ÎYÎ Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Lêkolînên Avrasyayê, dengên AK Partî û CHPê wek hev in û MHP di bin benda hilbijartinê de dimîne.

Serokê Kompanya Lêkolînên Avrasyayê Kemal Ozkiraz, encama rapirsiya herî dawî ya ku li 26 bajaran bi 2 hezar û 460 kesan re hatiye kirin eşkere kir.

Ji beşdaran hilbijartina pêşwext jî hatiye pirsîn. %62ê beşdaran gotine pêwîst e hilbijartinên pêşwext bên kirin. %29.6an gotine pêwîst nake hilbijartinên pêşwext bên kirin û %8.4an bersiva “Em bêbiryar in” dane.

Ji beşdaran “Eger hilbijartinên pêşwext bên kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê” hatiye pirsîn û piştî dengên kesên bêbiryar li ser partiyan tên dabeşkirin dengê partiyan wiha ne:

AKP: %28.6

CHP: %28.5

ÎYÎ Partî: %13.2

HDP: %10

MHP: %7

Partiya DEVA: %5.7

Partiya Pêşerojê: %3

Partiya Seadet: %1.3

Yên din: %2.7

Derbarê hilbijartinên serokkomariyê de pirsên hatin pirsîn û rêjeya wan wiha ne:

“Eger vê Yekşemê hilbijartinên serokkomariyê bên kirin Recep Tayyip Erdogan biser dikeve?”

Erê: %35.9

Na: %50.8

Nizanim: %13.3

“Eger dubare bibe berbijêr hûn dê dengê xwe bidin Recep Tayyip Erdogan?”

Erê: %32.6

Na: %48.9

Li gor berbijêrên din biryar didim: %18.5

“Hûn gotina `li hember Erdogan berbijêre opozîsyonê kî dibe bila bibe ez dê dengê xwe bidim wî` qebûl dikin?”

Tekez erê: %69.2

Erê: %22.3

Tekez na: %8.5

Ji navên li jêr kîjan li hember Erdogan bibe berbijêrê hevpar an hilbijartin biçe xula duyem hûn dê dengê xwe bidin wî?

Kemal Kılıçdaroğlu: Erê: %44.6, Na: %35.9, Bêbiryar im: %19.5

Ali Babacan: Erê: %42, Na: %34.6, Bêbiryar im: %23.4

Ekrem İmamoglu: Erê: %48.7, Na:% 35, Bêbiryar im: %16.3

Mansur Yavaş: Erê: %48.1, Na: %34.1, Bêbiryar im: %17.8

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst