Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ya Tirkiyê, malperên nûçeyan ên Dengê Amerîka (Amerikan'in Sesi) û Deutsche Welle (DW) li Tirkiyê asteng kir. Her du malper bi biryara 1emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Enqereyê hatine astengkirin.
RTUKê 9ê Sibatê ragihandibû ku ji bo wergirtina lîsansê 3 roj dem daye Dengê Amerîka, DW Tirkî û Ewuronews Tirkî û gotibû, eger ev her sê malper lîsansê wernegirin dê bên astengkirin.
Endamê RTUKê Îlhan Taşçi li ser hesabê xwe yê Twitterê astengkirina malperan bi van gotinan ragihand: “Li ser daxwaza Serokatiya RTUKê DW Tirkî û Dengê Amerîka ku ji bo lîsansê serlêdan nekiribûn, ji aliyê Dadgeha Cezaya Sulhê ya Enqereyê ve hat astengkirin. A ji we re azadiya çapemeniyê û demokrasiya pêşketî!”
Lisans başvurusu yapmayan DW Türkçe ve Amerika'nın Sesi’nin erişimi RTÜK Başkanlığının istemi üzerine Ankara Sulh Ceza Hakimliğince engellendi.
— İlhan Taşcı (@ilhantasci) June 30, 2022
İşte basın özgürlüğü ve ileri demokrasi!
Dengê Amerîka piştî biryara qedexekirinê ragihand, “Dema naverokên înternetê bên astengkirin, hûn dikarin bi rêya bernameyên “Psiphon” ve “nthLink” ku peymana wan bi Voice of Americayê (VOA) re heye xwe bigihînin naverokên înternetê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse