Hêzên hikûmeta Sûriyê grûpên girêdayî Tirkiyê topbaran kir

31-10-2021
RÛDAW
Nîşan Sûriye Topbaran Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sibeha îro Yekşemê, hêzên hikûmeta Sûriyê 2 bajarok li rojavayê bajarê Helebê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, sibeha îro, artêşa Sûriyê bi topxaneya giran pêgehên çekdarên girêdayî Tirkiyê li herdu bajarokên Kefer Teal û Kefer Noran li gundewarên rojavayê Helebê kirine armanc.

Di heman demê de, hêzên hikûmeta Sûriyê pêgehên çekdarên girêdayî Tirkiyê li gundê Miarat el-Nasan li başûrê rojavayê Helebê topbaran kirine.

Hersê cihên ku ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hatine topbarankirin, xêzên rûbirûbûnê ne ligel grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê.

Di derbarê ziyanên topbaranê de heta niha ti zanyari nehatine bidestxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst