Supaya Pasdaran kuştina şêwirmendekî xwe ragihand

31-03-2023
RÛDAW
Nîşan Supaya Pasdaran Îran Sûriye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku şêwirmendê leşkerî yê bi navê Mîlad Heyderî serê sibeha Îniyê di encama êrişeke Îsraîlê de li Şamê hatiye kuştin.

Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de hat gotin ku Îsraîlê serweriya Sûriyeyê binpê kiriye û gefa tolhildanê xwariye.

Medyaya fermî ya Sûriyê ragihank ku îro Înê "demjimêr 00:17 bi dema herêmî, Îsraîlê bi rêya mûşekan ji Girên Golanê yên Sûriyê yên dagîrkirî êrîşeke asmanî kir û xaleke nêzîkî Şamê kir armanc."

Roja borî jî Îsraîlê êrîş bir ser herêmên nêzîkî Şamê û Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihand ku 2 leşker birîndar bûne.

Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku di êrîşa sibeha Înê de çend mûşek ji aliyê sîstema berevaniyê ve xistine xwarê.

Çavkaniyên herêmî gotin ku êrîşa nû çeperên artêşa Sûriyê û komên çekdar ên nêzî Îranê kirin hedef. Çavkaniyên han diyar kirin ku mûşekan li depoyeke çekan ketine, lê diyar kirin ku ti ziyanên canî çênebûne an na.

Di 19ê Sibatê de firokeyên Îsraîlî navçeyek li paytext Şamê ku hêzên ewlekariya Sûriyê tê de bûn kir armanc û herî kêm 15 kes hatibûn kuştin.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2011an de, Îsraîlê bi sedan êrîşên esmanî pêk anîne, bi giranî hêzên hikûmeta Sûriyê û Hizbullah a alîgirên Îranê kirine armanc.

Îsraîl venaşêre ku êrîşên bi vî rengî li Sûriyê pêk anîne û dibêje ku armanca êrîşên wê yên asmanî kêmkirina hegemonyaya Îranê li wî welatî ye, lê kêm caran agahiyan derbarê êrîşan eşkere dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst