Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku HTŞ û komên girêdayî wê ketine bajarê Hemayê û artêşa Sûriyeyê vekişiyaye.
Her wiha artêşa Sûriyeyê jî red kiriye ku ew ji Hemayê vekişiyabin.
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişê parêzgehên Îdlib û Helebê kir.
Di encama wan êrişan de HTŞyê gelek deverên Îdlib û Helebê kontrol kirine.
Piştî kontrolkirina wan deveran HTŞ û komên girêdayî wê berê xwe da bajarê Hemayê ku çaremîn bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, artêşa Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê xwe ji Hemayê vekişandine Himsê.
Her wiha HTŞyê ragihand ku artêşa Sûriyeyê ji bajarê Hemayê "reviyaye".
Lê belê artêşa Sûriyeyê jî ragihand ku ew ji Hemayê venekişiyane û li bakur û rojhilatê bajêr xwe ji êrişan re amade dike.
Li aliyê din li gorî çavkaniyên xwecihî balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê komên çekdar bombebaran dikin.
Çavkaniyên xwecihî dibêjin ku heta niha herî kêm 14 gund û bajarokên Hemayê ketine bin kontrola HTŞ û komên girêdayê wê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse