Çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê kirin

30-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê li rojhilat û naverasta Sûriyê li 3ê cihan êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê kirin û hejmarek serbazên Sûrî hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gor ajansên xwecihî, çekdarên DAIŞê mîneke vedayî li ser rêya navbera Dêrezor û Tedmurê li pêş karwanekî Fîrqeya 17 a hêzên hikûmeta Sûriyê teqandine.

Di encam de, 3 serbazên Sûrî hatine kuştin û 5 serbazên din jî birîndar bûne û bo nexweşxaneyeke serbazî hatine veguhestin.

Şeva borî jî, di heman demê de, çekdarên DAIŞê 2 êrîş dijî artêşa Sûriyê li beyabana Çiyayê Bişirî û beyabana Misrib li rojhilatê Sûriyê pêkanîn.

Heta niha ti zanyarî derbarê encamên herdu êrîşan û zerar û ziyanên wan de nehatine zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst