Li Şamê ji ber nebûna elektrîk û mazotê xelk berê xwe didin serşokên giştî

29-01-2023
Loloxan
Li Şamê ji ber nebûna elektrîk û mazotê xelk berê xwe didin serşokên giştî
Li Şamê ji ber nebûna elektrîk û mazotê xelk berê xwe didin serşokên giştî
Nîşan Sûriye Şam Sotemenî Serşok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama peytexta Sûriyê ji ber mazota kêm û nebûna elektrîkê xelk neçar dibin di zivistanê de berê xwe bidin van serşokên giştî, hem xwe dişon û hem jî demeke xweş ligel hev derbas dikin.

Serşoka el-Werd a Giştî ye li Taxa Sarûce ya Şama paytexta Sûriyê.

Xwediyê serşoka el-Werdê Fîras Qoqez got "Heştê sal e em li vê serşokê ne, dîroka serşokê jî 800 sal e. Min ev serşok ji bav û bapîrê xwe wergirtiye. Em niha di nav krîza nebûna mazotê û zehmetbûna dabînkirina wê de ne. Tevî astengiyan em li ser karê xwe berdewam in. xerciya şûştina li nav serşokê ji ya li malê gelekî kêmtir e, tenê 13 hezar lîre ye."

Xwediyên van serşokên giştî di karkirina serşokên xwe de, solarên enerjiya rojê bikar tînin, lewra mesrefa germkirina avê ligel dabînkirina elektrîkê ji ya bikaranîna mazotê gelekî kêmtir e, ji ber wê yekê xelk wan hildibijêrin.

Serdanker Ebû Riyad dibêje "Niha ji ber nebûna elektrîkê li malan ava germ peyda nabe, herwiha mazot jî nîne, lewra xelk berê xwe didin serşokan ji bo ava germ. Heval û dost tên demeke xweş derbas dikin. Herwiha jin jî dikarin sibeha bên serşokê. Wek tê gotin serşok xweşiya dinyayê ye."

Li gor dîroknasan, ji serdema Umewiyan û heta berî bikaranîna elektrîk û sotemeniyê, 360 serşokên giştî li Şamê hebûn, lê niha tenê 7-8 serşokên giştî yên kevin mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst