HELEB - Şerê HTŞ û Hikûmeta Sûriyeyê gihiştiye deriyên bajêr

28-11-2024
RÛDAW
Nîşan Heyeta Tehrîr El Şamê Idlib Heleb Rejima Sûriyeyê Rûsya Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Helebê şerê di navbera Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) û Hikûmeta Sûriyeyê de bi dijwarî berdewam dike û şer gihiştiye deriyên bajêr.

Operasyona Rûbirûbûna Dijminkariyê (Redh Eludwan)  a Heyeta Tehrîr El Şamê ya li dijî hêzên Sûriyeyê bi di roja çarem de ye.

Li rojhilatê Idlibê û rojavayê Helebê şer û pevçûnên dijwar rû didin.

Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê dibêjin ew ber bi bajarê Helebê ve bi pêş ve diçin û tenê 2 kîlometre mane bigihên bajêr.

“Çend tankên rejimê û milîsên Îranê hatine kontrolkirin”

Şêniyekî herêmê yê bi navê Mihemed Belas li ser şer û pevçûnan got:

"Komên Odeya el-Fetih el-Mubîn operasyon ragihandiye.

Armanca operasyonê şikandina planên dijmin e.

Li dijî milîsên ser bi hikûmetê ve operasyon tên kirin û di encamê de jî gelek pêgehên dijmin hatin kontrolkirin.

Çend tankên rejîmê û yên milîsên Îranê hatine bidestxistin.

Operasyon û şer û pevçûn didomin, di heman demê de balafirên Rûsyayê û yên rejîmê çeperên şer û bajarê Idlibê bombebaran kirin.”

Odeya el-Feth el-Mubîn ku ji Heyeta Tehrîr El Şam, Eniya Niştîmanî ya Rizgarkirinê, Artêşa el-Izze û Artêşa Nesirê yên muxalefeta Sûriyeyê pêk hatiye di operasyona Rûbirûbûna Dijminkariyê de beşdar in.

“Bila ciwan tevlî şer bibin”

Çekdarê Heyet Tehrîr El Şamê yê bi navê Ebû Mihemed Til Minis jî li ser şer anî ziman:

“Ev 5 sal in ez koçber im, spas ji Xwedê re derfet da me ku em şer bikin û erdê xwe ji destê rejîma tawankar rizgar bikin.

Înşalah di şerê xwe de em dê berdewam bin, em ji ciwanên li malê dixwazin ku werin tevlî şer bibin.”

Li gorî Odeya Operasyona el-Fetih el-Mubîn a operasyona Rûbirûbûna Dijminkariyê wan heta niha li rojhilatê Idlib û rojavayê Helebê 33 gund, bajarok û pêgehên serbazî kontrol kirine.

Rêya di navbera Heleb û Şamê de kontrol kirine, nêzîkî 200 leşker û çekdarên hikûmetê û milîsên Îranê kuştine û 20 leşker û çekdar desteser kirine.

Her wiha ji ber şer û pevçûnan jî pêleke koçberiyê li herêmê dest pê kiriye û rê hatiye girtin da ku herêm ji mayin û bermahiyên şer were paqijkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst