OPCW Şam bi êrîşa çekên kîmyewî ya li Dûmayê tawanbar kir

27-01-2023
RÛDAW
Nîşan Dûma Çekên Kîmyewî OPCW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) rêveberiya Şamê bi êrîşa kîmyewî (klor) ku di sala 2018an de li navçeya Dûma ya herêma Xûtaya Rojhilat, li rojhilatê paytexta Sûriyê Şamê, 43 kes kuştin, tawanbar kir.

Lêkolerê saziyê gotin ku "bingehên maqûl" hene ku bi kêmanî helîkoptereke Hêza Esmanî ya Sûriyê du lûleyên gaza jehrîn avêtin Dûmayê.

Şam û Moskow ê ku piştgirê wê yê herî xurt e, îdia kirin ku ev êrîş ji aliyê hêzên rizgarker ve bi fermana Amerîkayê hatiye kirin, ku li gel Brîtanya û Fransayê êrîşên asmanî li ser Sûriyê pêk anîne.

Tevî ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) di 1ê Adara 2019an de bikaranîna çekên kîmyewî li Dûmayê piştrast kiribû lêbelê ev demeke dirêj e li benda weşandina raporta OPCW ku rêveberiya Şamê berpirs dibîne, bûn.

Rêxistinê ragihand ku lêkolerên wê "hejmarek senaryoyên muhtemel nirxandin" û gihîştin encamê ku "Hêzên Esmanî yên Komara Erebî ya Sûrî kiryarê vê êrîşê ne."

Dîrektorê Giştî yê OPCW Fernando Arias got, “"Bikaranîna çekên kîmyayî li Dûmayê yan jî li deverên din nayê qebûlkirin û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Êdî cîhan rastiyan dizane. Divê civaka navneteweyî ji OPCW serbixwe tevbigere.”

OPCW: Êrîşa bi gaza jehrî bi helîkoptera Sûriyê hat kirin

Li gorî hin çavkaniyan, di êrîşa kîmyayî ya Dûmayê de herî kêm 78 kesan canê xwe ji dest dan ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn.

Di raporta OPCW de hat diyarkirin ku di 7ê Nîsana 2018an de, “Herî kêm helîkoptereke Mi-8/17 ya Hêza Esmanî ya Sûrî ku ji baregeha esmanî ya Dûmeyrê derket û di bin Hêzên Kaplan de kar dikir, du lûleyên zer teqandin.”

Her wiha di raporê de hat gotin ku lûleya li du xaniyên li navenda Dûmayê ketine.

Di raporê de hat destnîşankirin ku lûleya yekem "teqiyaye û bi lez klor, gaza jehrîn a bi pîvazên pir zêde berdide, li hundirê avahiyê belav bûye û bûye sedema mirina 43 kesan û bi dehan kesên din.”

Hat ragihandin ku lûleya duyemîn li xaniyekê ketiye û hinek klor berdaye û "sivik bandor li kesên ku ewilî hatine cihê bûyerê" kiriye.

Di dema amadekirina raporê de, lêkoleran diyarkirin ku wan 70 nimûneyên jîngehparêzî û pizîşkî, 66 îfadeyên şahidan û vekolîna dadî û her weha hin daneyên din, di nav de wêneyên satelîtê, modela belavkirina gazê û simulasyonên orbital lêkolîn kirine.

Êrîşa bi çekên kîmyewî li Dûmayê di 7ê Nîsana 2018an de di dema valakirina bi darê zorê ya li herêma Xûtaya Rojhilatî de pêk hat ku nêzî 5 salan ji aliyê rêveberiya Şamê û alîgirên wê (Rûsya, Îran, Hizbullah) ve rastî dorpêçeke tund hat.

Di bûyera dilşewat de bi sedan sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn bi gaza jehrê ketin û piştî dermankirinê neçar man ji malên xwe derkevin.

Rûsyayê ragihand ku 5 roj piştî komkujiyê hêzên artêşê Dûma û Xûtaya Rojhilat xistin bin kontrola xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst