Di erdhejê de hemû malbata xwe ji dest da pizîşk hewl didin lingên xwe ji dest nede

26-02-2023
Loloxan
Li Idlibê zarokên ji erdhejê rizgar bûne tên dermankirin
Li Idlibê zarokên ji erdhejê rizgar bûne tên dermankirin
Nîşan Idlib Zarok Erdhej Dermankirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Nexweşxaneya Sermeda li bakurê Idliba bakurê rojavayê Sûriyê, zarokên ku ji erdheja 6ê Sibata 2023an rizgar bûne tên dermankirin.

Eslan zarokê ku ji bin kavilan hatiye rizgarkirin, hemû malbata xwe di erdhejê de ji dest dane, pizîşk û apê wî bi her awayî hewl didin ku lingên xwe yên zerardîtî ji dest nede.

Rêveberê Nexweşxaneya el-Şam-Sermeda Dr. Semîh Qeddûr got "Çima çareseriya pêwîst pêşkêşî wan nakin? Evana birîndar in! Gelo ev zarok di ber Esed û sînor û civaka navdewletî de berpirs in? Divê em fêm bikin, hemûyan kesek ji malbata xwe ji dest daye. Ew tiştekî li ser vê yekê nizane û bo wî ne girîng e, bo min jî ne girîng e. Ez dixwazim ev nexsweş rizgar bibe."

Li nav nexweşxaneyê jî zarokên berî dema xwe ji dayik bûne tên çareserkirin, herwiha hinek malbat ji tirsa erdehejeke ji nişka ve li derve radizên. Pizîşkên pispor dixwazin zarokên ji erdhejê zerar dîtine çareser bikin.

Neşterger Dr. Enes el-Qasim dibêje "Ev ji ber derengbûnê çêbûye. Eger zû bi hawara wan ve biçûna, me dikarî gelek canan rizgar bikin. Tiştekî asan e, bi baweriya min ji bo fam bikî pêwîst nake ti pizîşk an neşterger bî. Zerareke zêde mezin e, 4-5 rojan maye, dibe encam zêde xirab bin."

Li gor Neteweyên Yekbûyî bi kêmanî 3 milyon û 700 hezar zarok li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûne qurbaniyên erdeheja 6ê Sibata 2023an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst