Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan piştî 15 salan çû Sûriyeyê û xwest cezayên li ser Sûriyeyê werin rakirin.
Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan îro li Şamê bi Serokê Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.
Feysel Bin Ferhan doh li Beyrûtê bû û îro jî bi balafirê çû Şamê û li Koşka Serokatiyê bi Ehmed Şer re hevdîtinek kir.
Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan diyar kir ku ew di civînê de li ser piştgiriya gelê Sûriyeyê axavîne.
Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan got:
“Em li ser gavên erênî yên desthilata nû ya Sûriyeyê axivîn ku ew hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê pêşwazî dike û saziyên dewletê diparêze.”
Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî tekezî li ser rakirina cezayên li ser Sûriyeyê kir û anî ziman:
“Divê hemû cezayên li ser Sûriyeyê werin rakirin ku aboriya wê geş bibe û jiyana xelkê baş bibe.
Em bawer dikin ku gelê Sûriyeyê dê ji vê qonaxa dîrokî û hestiyar derbas bibe û ji bo hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê paşerojeke geş serwer bibe.”
Feysel Bin Ferhan diyar kir ku ew helwesta birêvebiriya nû ya Sûriyeyê erênî dibînin û her wiha têkbirina terorê û dûrbûna ji tolhildanê girîng dibînin.
Feysel Bin Ferhan li Davosê gotibû, ji ber ku desthilata nû ya Sûriyeyê xwedî nerîneke rast e û amade ye bi civaka navneteweyî re bixebite ew derbarê paşeroja Sûriyeyê geşbîn in.
Meha borî şandeyeke Erebistana Siûdî çûbû serdana Şamê û bi berpirsên Sûriyeyê re civiyabû.
Her wiha destpêka vê mehê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî, cara yekem çûbû Erebistana Siûdî û serdana yekem a fermî kir.
Eshed Hesen Şeybanî li Riyadê ragihandibû ku ew hêvîdar e bi vê serdanê rûpeleke nû û geş di pêwendiyên Sûriye û Erebistana Siûdî de vebe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse