Şer di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyê û çekdarên El-Fetih El-Mubin de derket

23-06-2022
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyê El-Fetih El-Mubin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat diyarkirin ku şer di navbera leşkerên Hikûmeta Sûriyê û çekdarên El-Fetih El-Mubin yên ser bi Tirkiyê de li ser eniyên Cebel El-Ekrad û Sahel El-Gab de derket.

Li gor Rewengeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), şer di navbera leşkerên hikûmeta Sûriyê û çekdarên El-Fetih El-Mubin de li eniyên Kebane li gundewarên Laziqiyê û sahil El-Gab li gundewarên Hemayê derket.

Heman çavkaniyê da zanîn hêzên hikûmata Sûriyê navçeyên El-Fatîra,Falifel, Sfuhin û Benin jî li Cebel El-Zawiya li gundewarê Idlibê topbaran kirin.

23ê Hezîranê jî, hêzên hikûmeta Sûriyê bajarokê Maarat El-Naasan li bakurê Idlibê, eniya Kefer Taal li gundewarê rojavayê Helebê û enya Kebana li gundewarê bakurê Lazqiyê topbaran kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst