Hêzên hikûmeta Sûriyê başûrê Idlibê topbaran kirin

23-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên hikûmeta Sûriyê pêgehên çekdarên opozisyona Sûriyê li başûrê parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê wî welatî topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja Duşemê 22ê Gulanê topxaneya Artêşa Sûriyê pêgehên çekdarên opozisyona Sûriyê li gundê San li başûrê bajarê Idlibê û rojavayê bajarokê Seraqib kirine armanc.

Çavkaniyên xwecihî tu zanyarî derbarê encamên topbaranê û zerar û ziyanên wê de nedane.

Gundê San dikeve başûrê rêya M4 û tenê kîlometreyekê ji xêzên rûbirûbûna di navbera çekdarên opozisyona Sûriyê û artêşa hikûmetê de dûr e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst