Li Baxozê sirûda Ey Reqîb hat xwendin

23-03-2019
RÛDAW
Piştî 41 rojan ji destpêkirina operasyona Baxozê, Hêzên Sûriya Demokratîk serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand.
Piştî 41 rojan ji destpêkirina operasyona Baxozê, Hêzên Sûriya Demokratîk serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand.
Nîşan Baxoz HSD DAIŞ Ey Reqîb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî  bidawîhatina desthildatriya DAIŞê li Baxoz û tevahiya Rojhilatê Feratê ragihand û di merasîma serkeftina HSDê ya li dijî DAIŞê de sirûda Ey Reqîb hat xwendin.

 

Ala HSDê li wê pêgeha dawiyê ya DAIŞê hat bilindkirin, êdî tu hebûna ala reş a DAIŞê re li vê deverê nema tê dîtin.

 

Li Heqel el-Umer li herêma Dêrezorê, bi beşdariya Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê William Robak û fermandarên Hevpeymaniya Navdewletî, ahenga serkeftina li dijî DAIŞê hat sazkirin.

 

Berdevkê Operasyona Bagera Cizîrê Lîlewa Ebdula dibêje, piştî paqijkirina Baxoz ji mayin û paşmayên şer dê derî li ber vegera xelkê wê bê vekirin.

 

Berdevkê Operasyona Bagera Cizîrê Lîlewa Ebdula wiha got: “Bêguman navçeya Baxoz bi temamî nehatiye wêrankirin, lê piştî proseya rizgarkirinê û paqijkirina deverê ji mayinan bi temamî, dê xelk vegerin nav malên xwe, li deverên din ên rizgarkirî jî heman kar hatibû kirin, li Dêrezorê, Reqa û Minbic, piştî rizgarkirina xelkê wê vegeriyan deverên xwe.”

 

Di merasîmê de, şêwirmnedên wezareta derveya Amerîka, daxuaykirin ku ev şerê li Baxoz hat kirin şerekî çarenivîssaz bû, û Amerîka di nav 97 hevpeymanên xwe de serbilind e.

 

Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê William Robak jî got: “Em pîrozbahiyê li gelê Sûriyê û bi taybetî jî pîrozbahiyê li Hêzên Sûriya Demokratîk dikin, ku xîlafeta xapandinê ya DAIŞê bidawî anîn û e deverên rojhilatê Sûriyê rizgar kirin. Ev bûyera çarenivîsaz di şerê dijî DAIŞê de stratejiya mezin û pêbendbûna hevparên me yên xwecihî û Hevpeymaniya Navdewletî bo şikandina DAIŞênîşan da. Amerîka serbilind e ku ligel nav 97 welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletî de bi vî karî rabû.”

 

Di merasîmê de gelek gotin hatin pêşkêşkirin, şervanan jî bi nimayişeke leşkerî kêfxweşiya xwe bi vê serkeftinê nîşan dan, lê tevahiya amadebûyan bi tevahiiya nasname û pêkhateyên xwe li ber srûda Ey Reqîb sekinîn û rêzgirtina xwe ji vê rojê re nîşan dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst