Hêzên hikûmeta Sûriyê Kurdekî Efrînî girtin

23-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiyê yê hikûmeta Sûriyê welatiyekî Kurd li Helebê girtiye û daxwaza pereyên gelek ji kesûkarên wî dikin li beramber berdana wî.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn – Sûriye, Ibrahîm Şêxo, ji Rûdawê re ragihand, Hêzên Ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyê ku bi navê (Emin Siyasî) têne naskirin, welatiyê Kurd Izzet Mihemed Mihemed ê naskirî bi nasnavê “Izzet Ingilîz” ê 56 salî, li rêbendekê di navbera Şehba û Helebê de girtiye.

Li gorî zanyariyên Ibrahîm Şêxo, Izzet Mihemed ji xelkê gundê Qermitliq ê ser bi Nahiyeya Şiyê ya ser bi Efîrên ye, û roja Yekşemê 15yê vê meha Çile ya 2023yan li ser rêbendeke hêzên hikûmeta Sûriyê hate girtin.

Izzet Mihemed, ku ji 18yê Adara 2018yan ve, ji Efrînê koçber bûye dema ji Navçeya Şehbayê diçû Helebê, ji bo hinek kar û pêdiviyên taybet, bi behaneya ku berê kar ligel Rêveberiya Xweser dikir, hate girtin û heta niha li girtîgeha Hêzên Ewlehiyê yên Taxa Silêmaniyê ye, li bajarê Helebê û ew hêz daxwaza gelek pereyan ji kesûkarên wî dikin, li beramber ku wî berdin.

Ji sala 2020an ve, hêzên hikûmetê dorpêçeke tund li ser navçeya Şehbyê dirust kiriye û astengiyan ji welatiyên Kurd re derdixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst