Ermenî li Qamişlo bi pîşeya kuzikan navdar in

22-12-2020
RÛDAW
Çîkirina kuzikên qermîdî li Qamişlo vedigere sala 1939
Çîkirina kuzikên qermîdî li Qamişlo vedigere sala 1939
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ermeniyê li Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê pîşesaz bûn. Sinetkar bûn, di warê pêşesaziyê de gelekî zîrek bû serkeftî bûn. Yek ji wan Mîsak Entra Nîkyan ê 85 salî ye.  Mîsak Entra Nîkyan li Qamişlo dimîne, li kêleka Çemê Ceq Ceq, kûzên avê çêdike.

Li ser milê Çemê Ceq Ceq, li bajarê Qamişlo yê Rojava yê Kurdistanê, pîşesazê  Ermenî yê Sûrî Mîsak Entranîk ku temenê wî 85 sal e, di hinderê kargeheke tarî de kuzikên qermîdî çêdike. Ew dibêje ku wî ev pîşe ji bav û kalê xwe wergirtiye.

Pîşesazê kuzikan Mîsak Entranîk Pêtros dibêje: “Ev pîşe ji 450 sal ve heta niha  wek kelepor ji nifşekî ji bo nifşekî din hatiye veguhestin, dawiyê gihişte destê min, niha jî kurê min ji min werdigre.”

Li gor şûnwarnasan, çêkirina kûzikan û karê qermîdan li Sûriyê vedigere 5 hezar sal berî zayînê. Bi taybet li Cezîrê,  ku yekem car qermîdên rengîn li Tel Helef ya bi ser Serê Kaniyê hatibûn çêkirin.

Daku keleporê bav û kalên xwe biparêze, Mîsak kurê xwe Anto jî fêrî vê pîşeyê kiriye.

Anto Mîsak Entranîk jî got: “Min ev pîşe ji bavê xwe wergirt û ez baş fêrbûm kar bikim. Sebra min nayê  ez du rojan ji kar dûr bikevim, ji ber ku destê min ketiye ser vî karî. Kesê vî karî bike divê bi sebir be, heger sebra te tunebe tu nikarî kar bikî.”

Di sala 1924ê de Ermeniyên ku ji ber komkujiya Osmaniyan reviya bûn li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bicih bûn, di sala 1938an de Ermeniyan 20 gund li derdora Qamişlo avakirin û dest bi çandiniyê kirin, herwiha li nav bajar dest bi pîşeyên destî û bazirganyê kirin.

Li gor amarên fermî yên  dezgehên Ermenî,hejmara Ermeniyan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê  ji 70 heta 80 hezar kesî ye, piştî şerê navxwe yê Sûriyê destpê kir 16 hezar ji Ermeniyan berê xwe dan Ermenistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst