Di dema civînên Astanayê de jî şer ranewestiya

21-06-2023
Hisên Omer
Di dema civînên Astanayê de jî şer ranewestiya
Di dema civînên Astanayê de jî şer ranewestiya
Nîşan Civînên Astanayê Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Astanayê tevgera dîplomatîk ji bo krîza Sûriyê tê kirin lê li asmanê Sûriyê û li ser erdê, dengê balafirên şer û topan yên herî bilind in.

Dîmen ji bakurê rojavayê Sûriyê hene ku di çend rojên pêş destpêkirina civînan û dema lidarxistina civînên Astanayê hatine kişandin.

Ji Idlibê, Majid Ebdulnûr ku ji nêzîk ve pêşhateyên meydanî li navçeyê dişopîne, ji Tora Medyayê ya Rûdawê re behsa çalakiyên serbazî li herêmê kir.

Çalakvan Majid Ebdulnûr got, “Bi şêweyekî berdewam balafirên keşfê yên Rûsyayê li asmanê herêmê ne, û car caran bombebaran heye bo ser bajarê Îdlibê yan jî gundewarên wê. Li aliyekî din, pêşhateyeke din li Îdlibê heye, ew jî ew e ku hêzên rejîma Sûriyê tên navçeyê. Dîmenên wan hêzan ji aliyê peyamnêrên medyaya rejîmê hatine kişandin û belavkirin. Beşek ji wan li Xan Şêxûn bicih bûne, beşek jî  li Miarat Noman. Lê zanyariyên ku heta niha li ber destê mehene, dibêjin ku ev hêz dê biçin Xefsê, li ser hêla rûbirûbûnê li gel hêzên HSD û ew hêz dê li wê navçeyê cîgîr bibin. Paşê jî dê biçin derdora bajarê Minbic. Wate li gorî zanyariyên me ev hêzê dê li navçeya Îdlibê cîgîr nebin.”

Di van rojan de, balafirên şer ên Rûsyayê û topxaneya artêşa Sûriyê ji Teftenaz li rojhilatê Îdlibê, heta rojavayê Îdlibê û Barê li başûrê M4 û Qerqûr li başûrê Cisir el-Şixûr dane ber rokêt û topan.

Ji hefteyekê hikûmeta Sûriyê hêzên zêde, bi çekên giran, ji bo navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê û derdora Til Rifet û Minbic dişîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst