Riyad Derar: Cudabûna navçeyên HSDê ji Sûriyê îdia ye

19-07-2018
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Nîşan Rûdawa Rojava Encûmena Sûriya Demokratîk Riyad Derar Eyn Îsa Foruma Diyaloga Sûrî-Sûrî
A+ A-

Eyn Îsa (Rûdaw) – Hevserokê Encûmena Sûriya Demokratîk, Riyad Derar di Foruma Diyaloga Sûrî-Sûrî de ku li bajarokê Eyn Îsa hate sazkirin, red kir, ku navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ji Sûriyê cuda bibin.

 

Li bajarokê Ên Îsa yê girêdayê Reqayê, doh çarşemiyê roja yekem a Foruma du rojî ya Diyaloga Sûrî-Sûrî bi serperştiya Encûmena Sûriya Demokratîk û beşdarbûna hejmarek ji hêz û aliyên Sûrî birêve çû.

 

Ev forum bi navê “Dîdara Diyaloga Sûrî-Sûrî” û li jêr diruşma "Diyaloga Sûrî-Sûrî, Hevdîtin û Avakirin" hate sazkirin û biryar e îro jî bidome.

 

Di forumê de Hevserokê Encûmena Sûriya Demokratîk, Riyad Derar got, ew weke Encûmena Sûriya Demokratîk û herwiha Rêveberiya Xweser pêşwazî li danûstandinên bi hikûmeta Sûriyê re dikin û diyar kir, ku ew ligel danûstandinên bê merc in.

 

Riyad Derar got: Em weke Encûmena Sûriya Demokratîk, Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser, dema ku ji me re hate gotin, ku hûn dixwazin danûstandinê bikin, bersiva me ew bû, ku em danûstandinê bê şert û mercan dixwazin, bê şert û merc, wate em kaxzên xwe li ser maseya danûstandinê ji bo hemû Sûriyê deynin û ev jî silogana me ye.

 

Derar li ser hewlên cudabûna herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de jî axivî û ragihand, îdîyayên ku derbarê hewla cudabûna navçeyên di destê HSDê de tên kirin, nerast in.

 

Derar diyar kir: “Ti berjewendiyeke kesêtî, taybetî, hizbî neteweyî li cem me tune ye, û ew kesên ku digotin ev navçe ber bi cudabûnê ve diçe, derewîn derketin.”

 

Hejmarek ji kesayetî û rêxistinan, di foruma Eyn Îsa de beşdar bûn. Beşdaran tekezî li ser sîstema nenavendî ya Sûriyê kirin, ku ev sîstem weke rêçareyekê ye, ji bo derxistina vî welatî ji krîza ku ev 8 sal in berdewam e.

 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) herwiha gelek alî û kesayetiyên beşdar, di vê dîdarê de, tekeziyê li ser girîngiya diyaloga “Sûrî-Sûrî” kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst