ÎDLIB – Di xwepêşandanan de şer û alozî derketin

18-05-2024
RÛDAW
 Xwepêşanderan berdana girtiyan û rûxandina desthilata komên xwest / Wêne: AFP
Xwepêşanderan berdana girtiyan û rûxandina desthilata komên xwest / Wêne: AFP
Nîşan Îdlib Heyet Tehrîr El Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê di xwepêşandanên li dijî Heyet Tehrîr el-Şamê de şer û alozî derketin.

Xwepêşanderan berdana girtiyan û rûxandina desthilata komên xwest.

Her ji çend mehan carekê xelk li dijî rêxistina Heyet Tehrîr el Şamê xwepêşandanê dike.

Serokê Heyet Tehrîr Şamê Ebu Mihemed Colanî hişyarî dabû kesatiyên parêzgeha Idlibê ku xelkê razî bikin û dev ji Xwepêşandanan berdin.

Tê zanîn piştî ku hin kesan di girtîgehên Heyet Tehrîr Şamê de bi şkenceyê canê xwe ji dest dabûn ji meha Sibatê ve xwepêşandan li dijî Ebu Mihemed Colanî û Heyet Tehrîr Şamê tên kirin.

Çekdaran bi otomobîlan êrişî xwepêşanderan kir û xwepêşanderan jî bi keviran bersiv da çekdaran.

“Em Colanî naxwazin”

Xwepêşandaerê bi navê Mazin Ziwanî got:

"Ez tevlî xwepêşandan li dijî neheqiyê bûm. Em Colanî naxwazin.

Em dorpêça ewlehiyê naxwazin. Em azadkirina girtiyên siyasî dixwazin.

Em dixwazin girtiyên mucahid bên azadkirin.”

Hinek xwepêşander ji ber aloziyan birîndar bûn.

Xwepêşandarê bi navê Hûzeife Elî Başa jî got:

"Îro xwepêşander li bajarê Binîşê derketin ser cadeyan da ku daxwaza rûxandina Colanî û dezgeha wî ya ewlehiyê bikin.

Herwiha ev bersivekê ji bo gefên Colanî û tiştê ku wî kir ji bo belavkirina lîwayên leşkerî û dezgehên ewlehiyê li derdora bajaran da ku wan ji hev veqetîne.”

Meha sibatê hinek endamên Heyet Tehrîr el-Şamê li girtîgehan mirin.

Tê gotin ku ew di bin şkenceyê de mirine.

Ji wê demê ve, koma çekdar bi sedan girtî serbest berdan lê hîn jî bi sedan girtiyên din mane.

Xwepêşandan li navenda bajarokên, Cisr el-Şuxur û Sermeda jî hatin lidarxistin.

Parêzgeha Idlibê ji destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyeyê ve di destê komên çekdar ên Artêşa Azad a Sûriyetê de bû.

Koma çekdar a Heyet Tehrîr El Şam piştre bajar kontrol kir.

5 milyon nifûsa Îdlibê heye û herî kêm 500 hezar koçberên navxweyî yên Sûriyetê jî li kampên Îdlibê bi cih bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst