BÎLANÇO – 6 sal biser yekemîn xwepêşandana Sûriyê re derbas bûn

17-03-2017
HUSÊN OMAR
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Sûriye Xwepêşandan Der'a Serhildan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Bi temamî 6 sal biser yekemîn xwepêşandana li dijî hikûmeta Sûriyê ye re derbas bûn. Li gorî amarên fermî di van 6 salan de 320 hezar kes hatine kuştin. Ji van 96 hezar kes sivîl in, 17 hezar û 400 zarok in.

 

Roja 15ê Adara 2011ê, li 6 bajarên Sûriyê li dijî desthilata Beşar el-Esed xwepêşandan hatin kirin.

 

Roja 17ê Adara heman salê, hejmarek zarokên Der’ayê ku slogan li dijî Esed, li ser dîwarê dibistana xwe nivîsîbûn, hatin girtin û êşkencekirin.

 

Roja 18ê Adarê, xelkê Der’ayê xwepêşandaneke aştiyane kirin lê hêzên hikûmeta Sûriyê bi gulleyan bersiva wan dan û 2 kes hatin kuştin. Paşî xwepêşandan li seranserî Sûriyê belavbûn.

 

“Azadî û Rûmet”, herdu gotinên herî pêş bûn, ku di xwepêşandanên xelkê Sûriyê de hatin vegotin.

 

Xwepêşandanên piştevaniya Der’ayê li gelek bajar û bajarokên Sûriyê derketin û xwepêşaneran sloganên hevxemî û dilsoziyê ji bo wî bajarê li başûrê Sûriyê bilind kirin.

 

Roja 1ê Nîsana 2011ê, pêla xwepêşandanan herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê vegirt û yekem xwepêşandan li bajarê Qamişlo, Amûdê û Dêrikê hatin kirin.

 

Piştî nêzîkî 6 mehan ji xwepêşandanên aştiyane, di dawiya meha Tîrmehê de, efser û serbazên ku hêzên hikûmeta Sûriyê cuda bibûn, Artêşa Sûriyê ya Azad damezrandin.

 

Serhildana aştiyane berbi şerê çekdarî ve çû û roj bi roj rûberê eniyên şer û pevçûnan berfireh bûn û Sûriyê kete na şerekî navxweyî giştî de, ku bi serdestbûna grûpên radîkal rêxistinên terorîst peyda bûn, şer şêwazeke tayifî girt.

 

Di encama şerê 6 salî de, li gor amarên belgekirî, 320 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin. Ji wan 96 hezar kes sivîl in û 17 hezar û 400 zarok bûne qurbanî.

 

Herwiha 60 hezar û 901 serbazên Sûriyê, hezar û 421 çekdarên Hizbullah ê, 55 hezar çekdarên opozisyonê, 56 hezar çekdarên DAIŞ û Cepheya Fethul Şê hatine kuştin.

 

Di 6 salên şer de 6 milyon sûrî penaberî derveyî welatê xwe bûn û 11 milyon kes jî di nav xaka Sûriyê de koçber bûn.

 

Tevlî hemû hewl û bizavên çareskirina kirîza Sûriyê, ku di vê çarçoveyê de 4 kongre li Cinêvê, 3 civîn li Astana û çendîn civîn li Viyenna û çend biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî, lê hîn dengê tank û topan li Sûriyê dengê herî bilind e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst