Sûriye: Beşekî nişteciyên Idlibê ji hilbijartinên Tirkiye bê hêvî ne

16-05-2023
Loloxan
Sûriye: Beşekî nişteciyên Idlibê ji hilbijartinên Tirkiye bê hêvî ne
Sûriye: Beşekî nişteciyên Idlibê ji hilbijartinên Tirkiye bê hêvî ne
Nîşan Idlib Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beşekî nişteciyên Idlibê ji hilbijartinên Tirkiye bê hêvî ne. Wiha diyar dibe navçeyên di bin kontrola opozisyona Sûriyê de di nav de jî Idlib bandora encamên hilbijartinên Tirkiyê li ser wan heye. Lewra beşek ji nişteciyên Idlibê bi awayekî din difikirin.

Nişteciyê Idlibê Ibrahîm Xetîb got "Eger Erdogan bibe tiştek bi ti awayî nayê guhertin, eger Kiliçdaroglu jî bibe heman tişt e û tiştek nayê guhertin, herdû peywendiyan ligel Esed asayî dikin, ji ber ev biryareke navdewletî ye û ne di destê Tirkiyê û welatên navçeyê de ye jî."

Di Adara 2012an de Tirkiyê peywendiyên xwe ligel hikûmeta Sûriyê qut kirin û dest bi alîkariya opozisyona wî welatî kir.

Lê piştî 10 salan bi navbênkariya Rûsyayê wiha diyar dibe Enqere û Şam nêzîkî hev dibin û cara yekem Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê ligel hevtayê xwe yê Tirk û bi amadebûna Îran û Rûsyayê li Moscowê civiyan.

Di vê derbarê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê bal kişand ser rola welatê xwe.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje "Em erkê xwe tenê di piştîvaniya proseya siyasî ya taybet de bo nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê de nabînin, lê di eşkerekirina hêlên giştî ber bi pêşveçûna proseyên din de jî."

Yek ji wan proseyan pirsa koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê ye ku zêdeyî 3 milyon û 600 hezar koçber in, mijara vegerandina wan bo Sûriyê nîqaşeke berdewam a navbera partiyên desthilat û opozisyona Tirkiyê ye.

Nişteciyê Idlibê Abd Qantar anî ziman "Serkeftina her yek ji wan herdû partiyan wek hev e, ji ber herdû xirab in, waye Erdogan peywendiyên xwe li gel rejîma Esed asayî dike, opozisyon jî gefa derxistina koçberên Sûrî yên li Tirkiyê ne dixwe."

Di 2016an de, Tirkiyê hêzên xwe yên serbazî derbasî nav bakurê Sûriyê kirin, herwiha piştîvaniyeke zêde ya serbazî da grûpên opozisyonê û bi dehan binekeyên serbazî li bakur, bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ava kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst