Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê civaka navneteweyî piştrast kir ku birêvebiriya nû ya Sûriyeyê dê şer dernexe û derfeteke nû ya bihevrejiyanê bide gelê xwe.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî di paneleke Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de ragihand ku piştî ketina rejîma Beşar Esed, serdema dîktatoriyê li welatê wan qediyaye.
Ew dê sîstemeke birêvebiriyê ya nû bişopînin ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê nîşan bide.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî got:
“Mînaka Sûriyeyê ji Îraq û Lîbyayê cuda ye. Gelê Sûriyeyê ji wan ezmûnan ders wergirtiye.
Em dixwazin civaka Sûriyeyê kom bikin û rê li ber kiryarên ku ziyanê bide aramî û destkeftiyên me bigirin.”
Eshed Şeybanî amaje bi pirrneteweyiya Sûriyeyê kir û ragihand ku desthilatdarên nû dê piştgiriya vê xala xurt a Sûriyeyê bikin.
Eshed Şeybanî her wiha anî ziman:
“Cîhan dê bi têgihîştin û vekirîbûna gelê Sûriyeyê ya di nûnertiya xwe de şaş bimîne.”
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ragihand ku birêvebiriya nû ya Şamê dixwaza rûpeleke nû veke û daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku cezayên li ser welatê wan rakin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse