Telal Silo ji HSDê cuda bû

15-11-2017
RÛDAW
Nîşan Telal Silo HSD Artêşa Azad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Azad a Sûriyê ragihand, ku Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo ji nav refên HSDê cuda bûye.

 

Fermandarê Artêşa Azad a Sûriyê Ebdulcebar Elîgedî ji Rûdawê re ragihand, ku Berdevkê HSDê Telal Silo ji HSDê cuda bûye û niha li Cerablûsê ye û li cihekê aram e.

 

Çend çavkaniyên opozisyona Sûriyê jî ev agahî piştrast kirin. Çavkaniyên medyayî yên ser bi Artêşa Azad, li bakurê Helebê, ragihandin, ku efserê Firqeya Elhemze, Ebdulla Helawe û efserê Lîwaya Elşemal, Ebû Elfarûq jî ragihandin ku Telal Silo ji HSDê cuda bûye.

 

Bi gotina van çavkaniyan, cudabûna Silo, îro Çarşemê, 15ê Mijdara 2017ê, bi hevahengiya ligel hêzên Mertala Feratê, bi taybetî Lîwaya Elşemal bûye.

 

Hinek çavkanî jî behsa wê yekê dikin ku Silo derbasî nav sînorê Tirkiyê bûye.

 

HSDê û Telal Silo heta niha jî di vê derbarê de ti daxuyanî nedane.

 


Eqîd Telal Silo, di sala 1965 de li Rahî ya girêdayî parêzgeha Helebê ji dayîk bûye, bi eslê xwe Tirkman e. Di sala 1985 de tevlî artêşa Sûriyê bûbû. Di sala 1987 de bûbû mulazim, di sala 2004 de jî ji artêşê cuda bûbû, piştre hatibû girtin û nêzîkî 20 mehan di zindana Sîdnaya de mabû.

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî, roja 11 meha 10 a sala 2015 di konferanseke rojnamevanî de hatibû ragihandin, û Telal Silo yekemîn berdevkê wê hêzê bû.


Talal Silo berdevkê HSDê bû û yek ji kesayetiyên navdar bû di nav rêzên HSDê de.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst