Ji germa şer reviyan lê niha jî serma wan dikuje

14-12-2016
Loloxan
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Koçber Sûriye Lazqiye
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li kampa Zewf a bakurê Laziqiyê,  ji ber baran û herî û sermayê rewşa koçberên Sûriyeyî pir xerab bûye. Koçber dibêjin çadirên ku ji 2 salan ve hatine avakirin riziyane û ew ji aliyê civaka navdewletî ve hatine jibîr kirin.

 

Koçberên kampa Zewfa ya Lazqiyê, li benda alîkariyê ne û rêxistinên xwecihî banga hawarhatinê ji bo kampê, ji rêxistinên Sûriyê re şandin.

 

Koçberek dibêje; “Em ji Çiyayê Kurdan ji ber mirina zû reviyane ber bi mirina hêdî ve. Temenê çadiran 2 sal in. Ev çadir tenê me di nava xwe de vedihewînin. Ava baranê dibin me re derbas dibe. Em ji ber baranê û heriyê nikarin tevbigerin. Em jibîrkirî ne. Ti alîkarî ji me re nayên. Binkeya tendurustiyê jî dûrî me ye. Eger zarokek nexweş bikeve em nikar in wî veguhezin."

 

Zivistaneke dijwar bi ser koçberên vê kampa çiyayî de derbas dibe. Keçbereke din jî diyar dike, “3 roj sermaya dijwar di ser me re derbas bûn. Bahoz û baranê em û çadirên me jinav birin, ji ber baran û heriyê em nikarin tevbigerin."

 

Koçber êzingên çiya ji xwe re bikar tînin, ji ber ku mazot tune ye, sermayeke dijwar xwe li wan girtiye.

 

Koçbereke din jî dibêje, "Em ji ber bermîlên artêşa sûrî reviyan. Mirina sermayê li kampê ji ya bermîlan dijwartir e. Ev êzingên ku em ji çiyê tînin têra me nakin. Mazot tune ye. Rewşa me li kampê gelekî nexweş e. Em ji ber baranê têk çûne."

 

Rêxistinên mirovî yên xwecihî bangewazek ji bo rêxistinên xêrxwaziyê yên Sûrî şand, da ku bi hewara van koçberan ve werin.

 

Çalakvanekê sivîl ê alîkariya mirovî jî got; “Me bangewaziyeke hawarçûnê ji komeleyên xêrxwziyê re şand, da ku bi hawara koçberan ve werin, piştî ku rastî bahozeke baranê ya mezin hat in, pêwîstiya koçberan bi sûtemenî û çadiran heye."

 

Weke pêşiyan jî gotiye, kesê koçber ne erd wî hiltîne û ne ezman lê tê rehmê, ji ber baranê diçe jêr mezrîbê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst