Bi hevahengiya ligel Rûsyayê şûnwarên Tedmurê tên nûjenkirin

14-11-2021
Loloxan
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Tedmûr Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Tedmurê yê şûnwarî li naverasta Sûriyê, tîmekî arkeolojîk ê hevbeş Rûsî-Sûrî dest bi nûjenkirina Kaniya Efqa ya şûnwarî kirine. Ev kanî bajarê Tedmurê yê kevnar di sedsalên berî Zayînê de li ser hatibû avakirin.

Li vê derê tîma arkeolojîk bi hemû karûbarên rakirina paşmayên têkdanê û nûjenkirina Efqayê radibe, ku çekdarên DAIŞê ew kiribûn armanc.

Karsaz Mehmûd Esead dibêje "Me girêbest ligel aliyê Rûsyayê kir bo nûjenkirina vî şûnwarî, ew jî bi serpereştiya Rêveberiya Şûnwar û Mûzexaneyan çêbûye, piştî ku ji aliyê terorîstan ve hatibû têkdan. Ev 15 roj in em kar di rakirina paşmayan de dikin, em dê di meh û nîvekê de vê derê nûjen û radest bikin."

Efqa bi zimanê Aramî wate Kanî, ev kanî ji quntara Çiyayê Mintar di nav şikeftekê de bi dirêjahiya 400 metre diherike, ku bingeha hebûna mirov û şaristaniya Tedmura dîrokî bû.

Rêveberê Şûnwar û Mozexaneyan li Tedmurê Husam Himiş got "Bajarê Tedmurî li ser kanî û şikefteke şûnwarî hatiye avakirin, ew jî kaniya Efqa ya şûnwarî ye, lewra me li Rêveberiya Şûnwar û Mûzexaneyan ligel aliyê Rûsyayê lihev kiriye, bi taybetî Feyleqa Arkeolojîk a Rûsî. Me karê xwe ji Tedmurê destpê kir, ku ji kaniya Efqa ya şûnwarî bû û di siberojê de em ê ligel aliyê Rûsî çend projeyan pêk bînin, wek Kevanê Serkeftinê, Şanoya Romanî û nûjenkirina Mûzexaneyê, ku di sala 1961ê de hatibû vekirin, daku wek berê wek mûzexaneyeke şûnwarî bi karê xwe rabe."

Ava kaniya Efqa kebrîtî ye, di her çirkeyekê de 80 litre av dide, pileya germa ava vê kaniyê 33 pileyên sîlîzî ye, ava vê kaniyê wek derman bo hinek nexweşiyên demdirêj tê bikaranîn.

Husam Himiş ragihand "Projeyê Efqa ya şûnwarî sê beşên wê hene, Yekem: Beşê şûnwarî ji ber kaniya Efqa di nav şikeftekê de diherike, Duyem: Beşê tendirustî ji ber ava kaniyê kebrîtî-filorî ye ku ji bo nexweşiyên çerm, gurçik û dil fêda wê heye, Sêyem: Ew jî ku em zêde fokusê li ser dikin, divê ava kaniyê biherike û biçe nav bistan û rezên bajarê Tedmurê, ev jî bi armanca ku xelk vegerin karê xwe û bicîh bibin, piştî wêya terorîstên DAIŞê ew derbider kiribûn."

Li gor arkeologan, bajarê Tedmurê berî Zayînê bi hezar salî hatiye avakirin, di sedsala berî Zayînê de ket destê Imperatoriyeta Romanî, di sedsala sêyem piştî Zayînê de bi serkirdayetiya Zenûbya serxwebûna xwe ragihand, di encam de artêşa Romayê ev bajar wêran kir û Zenûbiya desteser kir, di sala 1400ê Zayînî de ji aliyê Teymûr Leng ve hat wêrankirin, 2015an çekdarên DAIŞê Tedmur kontrol kirin û hejmarek şûnwarên sereke têk dan, Adara 2017an artêşa Sûriyê bi alîkariya hêzên Rûsyayê bajar vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst