Li Şamê ji ber germê û nebûna elektrîkê xelk bi şev û roj li derve ye

14-07-2023
Loloxan
Li Şamê ji ber germê û nebûna elektrîkê xelk bi şev û roj li derve ye
Li Şamê ji ber germê û nebûna elektrîkê xelk bi şev û roj li derve ye
Nîşan Şam Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Feleknasên Sûriyê dibêjin, havîneke gelekî germ li pêşiya xelkê Sûriyê ye. Yek ji bajarên Sûriyê yê ku keşûhewaya wê her xweş û hênik bû Şam a paytext bû. Ji ber wê jî geştiyaran di demsala havînê de, berê xwe didane Şamê lê bi guhertinên ku bi ser keşûhewayê de hatine, pileyên germahiyê li Şamê jî gelekî bilind bûne ku niha digihêje 41 pileyan.

Li Şam a paytexta Sûriyê ye Yezen Ice-Creamê amade dike ku ji ber bilindbûna pileyên germayê û qutbûna elektrîkê xelk ji malên xwe derdikevin û dixwazin bi her awayî xwe hênik bikin.

Firoşkarê Ice-Creamê Yezen Ebdellah got, “Îro pileya germayê 41 tomar kir. Ji ber germaya zêde hinek xelk ser hişên xwe çûn û li erdê ketin. Xelk tên Ice-Cream û Leymûna cemidî dikirin daku xwe hênik bikin, lê mixabin ji ber qutbûna elektrîkê karê me jî xirab e.”

Germahiya zêde û qutbûna elektrîkê ya berdewam, şev Şamê wek roja wê li ser xelkê derbas dibe.

Firoşkarê ava fêkiyan Ebû Ehmed anî ziman, “Heta bi şevê jî seqa germ e. Sirra bayê hênik jî nîne. Em ji ber pîşik û kelmêşan nikarin razên, em zêde dinalin heta radizên.”

Li gor serokê Komeleya Feleknasiyê ya Sûriyê Dr. Mihemed Esîrî, havîneke zêde germ û bê mînak li pêş xelkê Sûriyê ye. Bi nerîna Esîrî sedema germaya zêde ya seqayê zêdebûna herdû gazên Duyem Oksîda Carbon û Methanê ye, ku bûne sedema tîrbûna germayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst