Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê: Dernekevine derve

15-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê: Dernekevine derve
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê: Dernekevine derve
Nîşan Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê hişyarî da welatiyên Bakûrê Kurdistanê ku ji demjimêr 11:00an heta 16:00an ji malên xwe dernekevin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêla germê ya meha Temûzê bandoreke nerênî li jiyana rojane kiriye. Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ku çend roj in pileya germê 40 pile derbas kiriye, xelkê parêzgehê li nav baxçeyan in. Kesên ku herî zêde bi germayê dihesin zarok û kesên bi temen in. Zarokan rêya xwe hênikkirinê di kanala Gola Masiyan de dîtiye.

Li parêzgeha Semsûrê jî ji ber nebûna cihekî hênik welatî neçar bûne biçin parkê.

Welatiyekî bi navê Abdurrahman Alabaş anî ziman, “Li Semsûrê cihekî ku em biçinê nîne. Cihê herî hênik ev der e û me got em biçin nav daran. Ji neçarî em tên bin daran.”

Li parêzehên Tirkiyê jî wek Antalya, Edene û Aydinê pileya germê 40 pile derbas kiriye ku ji ber rêjeya nêmê germa zêdetir bûye.

Rêvebera Saziya Keşnasiyê ya herêmê hişyarî dide ku dê pileya germê zêdetir bibe û divê li gor vê yekê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Rêvebera 4emîn Herêma Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê Ayşe Gemici got, “Li Antalyayê bi taybetî li peravan li gor sala borî di navbera 5 heta 10 pileyan germa zêdetir e. Bi şevan 25 pile û li cihên bilind jî 16 pile dê germa hebe. Li gor texmîna me li parêzgehê, roja Şemiyê pileya germê dê 44 pileyan derbas bike.”

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihandiye ku li 35 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileya germê 35 pileyan derbas dike û kesên nexweş divê di demjimêrên nîvro de dernekevin derve. Li gor texmînên saziya navborî germaya zêde dê 10 rojan berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst