Li Şamê krîza peydakirina dermanan derketiye

14-07-2023
Nebîl Omer Yûsif
Nîşan Derman Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şam a paytexta Sûriyê krîza dermanan berdewam e û hinek corên dermanan gelekî kêm bûne û hinek jî peyda nabin.

Dermansazek ji Şamê ji Rûdawê re ragihand, hejmareke grûpên dermanan êdî li dermanxaneyên Şamê peyda nabin û xelk gelek zehmetiyan dibînin heta ku peyda dikin. Vê yekê hiştiye ku hinek dermansaz dermanan bi bihayekî gelekî giran bifiroşin, weke nimûne eger dermanek ji kesekî re pêwîst be û li dermanxaneyekê nebe û li dermanxaneyeke din hebe, hinek dermansaz ji cihê duyem tînin û duqatî bihayê wê difiroşin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku ji ber ceza û hawirdenekirina madeyên xam ên çêkirina dermanan, gelek derman neman, daketina bihayê lîreya Sûrî jî li hember dolar, yek ji sedemên vê krîzê ne. Ji ber van sedeman niha kargehên dermanan daxwaz dikin ku careke din bihayê dermanan ji 30%-40% bê zêdekirin.

Dermansaz Narvîn Kamîran ji Şamê ji Rûdawê re ragihand, sala borî bihayê dermanan du caran hat zêdekirin, carekê ji %100 û cara duyem jî %35 zêde bûye.

Dermansaz Narvîn Kamîran diyar kir ku ji sala 2011an ve, bihayê dermanan ji %1000 zêde bûye. Bihayê antîbiyotîkan jî ji %3000 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst