Çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê kirin

13-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Rêxistina DAIŞê êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê li beyabana parêzgeha Dêrezorê li rojhilatê Sûriyê kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, roja Çarşemê çekdarên Rêxistina DAIŞê sûd ji mijê wergirtine û êrîşî 2 pêgehên hêzên hikûmeta Sûriyê li beyabana parêzgeha Dêrezorê kirin.

Li gor heman çavkaniyan, êrîş li navçeya di navbera Meyadîn û Ebûkemal li rojhilatê Dêrezorê hatine encamdan.

Di encama herdu êrîşan de, herî kêm 4 serbazên hikûmeta Sûriyê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst