Amerîka bi kuştina şivanekî tê tohmetbarkirin

12-05-2023
HAWAR EBDULREZAQ
Amerîka bi kuştina şivanekî tê tohmetbarkirin
Amerîka bi kuştina şivanekî tê tohmetbarkirin
Nîşan Amerîka Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Amerîkayê li parêzgeha Idlib a Sûriyê bi kuştina şivanekî têne tohmetbarkirin.

Gundê Qurqaniya yê li bakurê parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê. Paşmayên êrîşeke asmanî ya Amerîkayê ye destpêka vê mehê li navçeyê. Xelkê navçeyê dibêjin di vê êrîşê de kesekî sivîl bûye qurbanî ne çekdarekî tundrew e.

Kumsipî Ebdulmuîn Hemwî got, “Roja 3ê Gulanê demjimêr 11:45 sibehê, me dengê teqînekê li deriyê Qurqaniya bihîst û em ber bi cihê teqînê ve çûn. Me kesekî sivîl dît ku canê xwe ji dest da ye, temenê wî nêzîka 60 salî bû, şivan bû. Me termê wî bir nêzîktirîn binkeyeke tendirustî. Me ji cîranên wî zanî ku navê wî Lutfî Hesen Misto ye xelkê Qurqaniya ye.”

Roja Sêşemê artêşa Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand ew lêkolînê li wan raporan dikin ku behsa êrîşa vê dawiyê li bakurê rojavayê Sûriyê dikin, ku tê gotin kesekî sivîl tê de hatiye kuştin, di dema armanca wan serkirdeyekî mezin ê DAIŞê bû.

Cîranê qurbanî Feyad Cemîl Racî anî ziman, “Em ji cihê bordûmanê nêzîk bûn û me birayê xwe Ebû Hesen dît, kesekî sivîl bû, çewlîkek wî hebû, mirîşk, çêlek û pez tê de xwedî dikirin, me ew bir derve, birîndar bûbû, û perçeyên mûşekê jî li tenîşta wî bûn, lê ew perçe perçe bûbû, ti peywendiya wî bi ti grûpekî çekdar nebû.”

Meha borî Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM ragihand ku wan 35 operasyonên serbazî li Iraq û Sûriyê kirine û di wan operasonan de 13 kes kuştine ku çekdarên DAIŞê bûn û 28 kesên din jî girtine.

Birayê Lutfî Misto Mihemed Misto got, “Wek dibêjin, firokeyan ew dîtine şivantiyê dike û lê dan. Firoke heta biçûktirîn tişt li xwarê dibînin, gelo çawa ew nedîtine, pezê xwe diçêrand, çawa lê dan? Ew li gel pezê wî kuştin.”

Nêzîkî 900 serbaz û şêwirmendên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistan û navçeyên din ên di bin desthilata HSDê de hene, artêşa Amerîka danûstandinê li gel HSDê dike, û wek hevbeşekî girîng di nehiştina gefên DAIŞê de hevahengiyê jî li gel dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst