Li Idlibê pêwîstiya zarokekî bi alîkarî û neştergeriyê heye

12-05-2023
Nebîl Yûsif
Pêwîstiya zarokekî ji Idlibê alîkarî û neştergeriyê heye
Pêwîstiya zarokekî ji Idlibê alîkarî û neştergeriyê heye
Nîşan Idlib Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Cisr el-Şixûr yê Idlibê di erdheja 6 Sibatê de ziyaneke zêde gihişte wê navçeyê. Yek ji ziyandîtiyan Elî Ehmed e ku dîwar bi ser kurekî wî yê 6 salî de de ketiye xwarê û û bi sedema wê yekê lingekî wî zarokî hate birrîn. Elî Ehmed dibêje, rewşa wî gelekî xirab e û heta niha ti rêkxistinan alîkariya wî nekiriye.

Welatiyekî Sûrî, li navçeya Cisr El-Şixûr, li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê, yek ji ziyandîtiyên erdheja şeşê Sibatê ye.

Ew welatî dibêje, di erdhejê de, xanî  bi ser zarokekî wî yê 6 salî de ruxiya, û bi sedema wê yekê lingekî wî zarokî hate birrîn, êdî pêwîstiya wî bi alîkariyê heye ji bo çareseriya tendirustî ji zarokê xwe re.

Ziyandîtiyê erdhejê li Idlibê Elî Ehmed anî ziman, “Em daxwazê ji xêrxwazan û rêxistinên xêrxwaziyê dikin, li rewşa me binerin, erdhej li cem me çêbû, mal ruxiya, 4 ode bi kêrî niştecîbûnê nayên. Ev zarokê min heye, temenê wî 6 sal e, bijîşk dibêje pêwîstiya çakirina lingê wî, bi çar milyaran e, herwiha dibêje, ev zarok her wê di azaran de bimîne heta temenê wî bibe 18 sal. Ez jî hejar im.”

Bi gotina wî, di vê rewşa hejarî û kêmderametiyê de, heta niha 4 neştergerî ji wî zarokî re hatine kirin, lewma pêwîstiya wî bi alîkariyê heye.

Ziyandîtiyê erdhejê li Idlibê Elî Ehmed got, “Aniha temenê vî zarokî şeş sal e, hêj 12 sal jê re pêwîst in heta geşeya laşê wî biserî bibe, bijîşk jî dibêje, ev zarok dê bimîne neştergeriya bike û êş û azaran bibîne, heta temenê wî bibe 18 sal. Em daxwazê ji kes û rêxistinên xêrxwaz dikin, ji Musilman û biyaniyan, ji Ereban û ji bilî Ereban, ku li me binerin. Heta niha me ti rêxistin nedîtiye û ne kesek jî bi alî me de hat.”

Li gorî zanyariyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li navçeyên Bakurê Rojavayê Sûriyê, bi sedema erdheja 06-02-2023yan, 4 hezar û 518 kesan canên xwe jidest dane û 8 hezar û 385 kes birîndar bûn. Piraniya wan jî di rewşeke gelekî zehmet de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst