Partiya Yekîtiya Suryanî: Aqliyeta Esed dibe sedema krîzên zêdetir

11-12-2020
RÛDAW
Senharîb Bersûm, Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî li Rojavayê Kurdistanê
Senharîb Bersûm, Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî li Rojavayê Kurdistanê
Nîşan Partiya Yekîtiya Suryanî Beşar Esed Sûriye Ereb Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Yekîtiya Suryanî daxuyaniya Beşar Esed red dike û dibêje, “Em yek netewe û yek ol li Sûriyê qebul nakin.” Serokê wê partiyê jî tekez dike, “Aqliyeta rejîma Sûriyê dibe sedema zêdetir krîzan.”

Partiya Yekîtiya Sûryanî bersiva daxuyaniya serokê Sûriyê Beşar El-esed da, ku gotibû nasnameya Sûriyê Erebî ye, û tenê yek şaristanî li Sûriyê heye, ew jî şaristaniya Erebî ye.

Di wê daxuyaniyê de Partiya Yekîtiya Suryanî eşkere kir, ku rêjîma Sûriyê û Beşar El- Esed êrîşî nasnameyên resen yên Sûriyê dike,  wan înkar dike û hîn jî ew li ser siyaseta xwe ya nejadperestiyê berdewam e.

Partiya Yekîtiya Suryanî di daxuyaniya xwe de dibêje, Esed rastiyên dîrokî têk dide û dixwaze tenê yek nasname û yek olê li ser Sûriyê ferz bike û ew jî helwesteke şovenîst e, ku bûye sedema wêrankirina wî welatî.

Yekîtiya Suryanî tekez kir, ku daxuyaniya Beşar El-Esed sivkayetî kiriye bi gelê Suryanî-Aşûrî, ku li Sûriyê ew jî xwedî şaristanî bû û dibêje, ku Kurdan û Ereban jî roleke dîrokî û çandî lîstine.

Herwiha Partiya Yekîtiya Suryanî da zanîn, ev siyaseta rêjîma Sûriyê bi wateya berdewamîkirina krîza wî welatî tê, û divê Sûriya siberojê hemereng û ne navendî be, ku mafê hemû netewe û olan tê de parastî be.

Senharîb Bersûm, Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî li Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî bultena Rûdawê bû û tekez kir ku rejîma Sûriyê bi aqliyeta xwe dibe sedema zêdetir qeyranan.

Derbarê helwesta opozisyon û rejîmê jî Bersûm dibêje, herdu jî tekeziyê li ser “Erebbûna Sûriyê” dikin û dibêje, “Divê hemû pêkhate beşdar bin di avakirina Sûriyeke nû û destûreke nû de.”

Derbarê peywendiyên li gel Rêveberiya Xweser jî Bersûm dibêje, rêveberiya heyî firehiyekê li xwe digire “lewma hevbeşiya heyî ne tenê di navbera du hizban de ye û em hewl didin hevbeşî hebe di navbera gelên li navçeyê djîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst