Welatiyên Şamê bi vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî kêfxweş in

10-05-2023
RÛDAW
Wêne ji vîdyoyê hatiye girtin.
Wêne ji vîdyoyê hatiye girtin.
Nîşan Sûriye Şam Komkara Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Şamê pêşwaziyê li vegerandina Sûriyê ji bo nav Komkara Erebî dikin, welatiyek dibêje, Sûriye welatekî damezrêner ê Komkara Erebî ye, ji ber wê yekê dê Sûriye û Komkara Erebî sûdê ji biryara vegera Sûriyê bibînin.

Welatiyekî din jî dibêje, tişta asayî ew e ku Sûriye li nav komkara Erebî be.

Fîras El-Hayik, nişteciyê Şamê dibêje: “Em pêşwaziyê li biryara vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî dikin, ji ber Sûriyê yek ji welatên damezrênerên Komkara Erebî ye, lewra dê Sûriyê û Komkara Erebî sûdê ji vê biryarê bibînin.”

Welatiyekî din ê bi navê Selîm El-Ehmed jî dibêje: “Bê guman vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî wate ew vedigere cihê xwe yê asayî. Dema endamtiya Sûriyê cemidandin dixwestin Sûriye helwêstekî destnîşankirî werbigire. Tişta asayî ew e Sûriye li nav Komkara Erebî be, daku ev civat bikaribe pirsgirêkên gelê Sûriyê çareser bike.”

Beriya çend rojan wezîrên derve yên welatên Ereb biryar dan ku Sûriye piştî 12 salan vegere nav Komkara Erebî.

Ji sala 2011an ve û piştî xwepêşandan û aloziyên li Sûriyê, endamtiya wî welatî di nav Komkara Erebî hatibû cemidandin.

Ehmed Safî jî dibêje: “Vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî tiştekî pêşbînîkirî bû, ev jî piştî ku qurbanî di salên krîzê de pêşkêş kiribûn. Ez bi hêvî me ev veger bandoreke wê ya erênî li ser gelê Sûriyê hebe, ji ber Sûriyê welatê sereke ye li nav netewe ya Erebî.”

Welatiyên Şamê hêvî dikin vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî di berjewndiya xelkê de be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst