NY: 12.3 milyon zarokên Sûrî hewcedarê alîkariyên mirovî ne

09-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hişyarî da ku zêdetirî 12.3 milyon zarokên Sûriyê pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî heye.

Rêvebera UNICEF'ê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Adele Xodr di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, “Bi milyonan zarokên Sûriyeyê hêj li Sûriye û welatên cîran di nava tirs, çarenivîseke nediyar û hewcedariyê de dijîn.”

Di daxuyaniyê de tê gotin ku 6,5 milyon zarok li Sûriyê û 5,8 milyon zarok li welatên cîran pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene, û hatiye destnîşankirin ku ji ber şerê li Ukraynayê nirxê pêdiviyên sereke, di nav de xwarin, bi lez zêde bûne.

Li gor daxuyaniyê, di 11 salên şerê navxweyî yê li Sûriyê de 13 hezar zarok hatine kuştin, û tenê di 3 mehên îsal de 213 zarok hatine kuştin.

UNICEF tekez kir ku ji bo bi awayekî bilez alîkariyên mirovî bigihîne nêzîkî yek milyon zarokên li herêma di bin kontrola komên çekdar de li bakurê rojavayê Sûriyê, pêwîstiya wê bi 20 milyon dolaran heye.

Di şerê navxweyî yê li Sûriyê de ku ji sala 2011an û vir ve didome, heta niha zêdeyî 500 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst