'Piştî 12 salan Ereban rastiya Sûriyê fam kirin'

08-05-2023
Loloxan
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Sûirye Komkara Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şirovekarê Sûriyê derbarê vegera Sûriyê bo Komkara Erebî dibêje ti aliyekî din nikare cihê hikûmeta Sûriyê bigire û got “Piştî 12 salan Ereban rastiya Sûriyê famkirin.”

Komkara Erebî di 7ê Gulanê de li gor biryara 8914 a civata wezîrên derve yên welatên Ereb, piştî dûrxistina 12 salan hikûmeta Sûriyê vegerand nav civînên welatên endam.

Şirovekarekî peywendîdar dibêje, ti aliyekî din nikare cihê hikûmeta Sûriyê bigire û got “Piştî 12 salan Ereban rastiya Sûriyê famkirin.”

Şirovekarê Sûrî ragihand "Bi baweriya min piştî vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî, Ereb dikarin bi rêya hebûna Sûriyê bo çareserkirina krîza siyasî nerînan nêzîkî hev bikin, wate piştî 12 salan fam kirin ku ti alternatîfeke din ji xeynî dewleta Sûriyê û saziyên hikûmetê nîne, lewra dikarin roleke aktîv di çareseriya siyasî, dosyeya aborî û proseya jinûavakirinê de bibînin."

Dîplomatên peywendîdar jî dibêjin, piştî 12 salên krîz û şer, herwiha bi dehan kongre û foruman, Civata Ewlekariyê û aliyên peywendîdar nikarîn krîza Sûriyê çareser bikin, lewra Komkara Erebî neçar bû Sûriyê vegerîne nav rêzên xwe daku çareseriya krîzê ji nêzîk ve bişopîne.

Şirovekarê Sûrî got jî "Îro ev welat gehiştin wê rastiyê ku rola Amerîkayê li navçeyê tenê têkdan e, lewra berê xwe dan peywendiyên navherêmî ku bêhtir aramiyê pêk tînin, bi taybetî qayîmkirina peywendiyên Erebî-Erebî û yên herêmî, dûrî destwerdana Amerîkayê ku li ser welatên navçeyê hatibû ferzkirin."

Di 2011an de, Komkara Erebî destpêşxeriyeke ji çend bendan bo krîza Sûriyê pêşkêş kiribû, di nav de Esed postê xwe bide cêgirê xwe, lê hikûmeta Sûriyê ev destpêşxerî bi temamî red kiribû û endamtiya wê jî hatibû cemidandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst