Firokeyên Urdunê cihekî nav Sûriyê bombebaran kirin

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan Urdun Madeyên Hişbir Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên Urdunê embarên qaçaxçiyên madeyên hişbir ên li Sûriyê bombebaran kirin.

Firokeyên Urdunê îro Duşemê 8ê Nîsana 2023an, embarên qaçaxçiyên madeyên hişbir li gundê Şûab ê rojavayê parêzgeha Siwêyda ya başûrê Sûriyê bombebaran kirin.

Assocation Pressê ragihand, berbanga Duşemê 8ê Nîsana 2023an, firokeyên Urdunê avahiya sentrala avê ya berê gundê Şûab ê rojavayê parêzgeha Siwêyda ya başûrê Sûriyê bombebaran kirine ku qaçaxçiyên madeyên hişbir ew ji xwe re kirine embar berî ku wan madeyan veguhêzin Urdunê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî destnîşan kir, heman firokeyan mala bazirganê madeyên hişbir Merî el-Remtan li gundewarê rojhilatê parêzgeha Siwêdayê kirine armanc û di encamê de 8 kes hatin kuştin di nav wan de 6 zarok hene hatine kuştin ew jî Merî el-Remtan û hemû malbata xwe ne.

SOHRê diyar kir ku bazirganê madeyên hişbir Merî el-Remtan di Kanûna 2022an de ji aliyê Îstixbarata Leşkerî ya Sûriyê ve hatibû girtin lê bi navbeynkariya berpirsê Hizbûllaha Lubnanê yê li Sûriyê piştî 5 rojan hatibû berdan.

Roja 6ê Gulanê, Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen el-Sefedî gotibû, “Em bi awayekî normal ligel gefa madeyên hişbir danûstandinê nakin, eger em tedbîran dijî vê gefê nebînin, em dê bi xwe dijî vê gefê karekî serbazî li nav Sûriyê bikin.”

Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Sefedî pêr gefa wê yekê xwaribû ku heger Hikûmeta Sûriyê tedbîrên cidî ji bo derbaskirina madeyên hişbir ji bo nava Urdunê negire ew dê di nav axa Sûriyê de operasyonekê encam bidin.

Di salên dawî de, artêşa Urdunê dest danîbû ser bi milyonan hebên Captagon û bi sedan kîlo madeyên hişbir li ser sînorê Sûriyê-Urdunê ku qaçaxçiyan dixwestin wan bibin nav Urdunê û her wiha veguhêzin welatên Kendavê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst