Li Hemayê dest bi avakirina Dêra Ayasofya tê kirin

07-09-2020
RÛDAW
Rûsya li Sûriyê minyatûra Ayasofyayê ava dike
Rûsya li Sûriyê minyatûra Ayasofyayê ava dike
Nîşan Ayasofya Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Siqêlbiyê yê Mesîhîyan li bakurê rojavayê Hemayê, dest bi avakirina minyatûra Dêra Ayasofya hat kirin.

Bi piştîvaniya hêzên Rûsî ligel metranên ortodoks li Hemayê merasîma danîna kevirê bingehên ji bo avakirina Ayasofya birêve çû.

Minyatûr li navçeya Sukeylebiyê ku rêjeya civaka Ortodoksan zêde ye, li ser zeviya El Ebdullah bexşandiye tê avakirin.

Nîqola Bealbekî Metranê Ortodoks Nikola Bealbekî li Hemayê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Rûsyayê li Sûriyê General Alexender Chaiko di dema danîna kevirê bingehîn de ji bo Dêra Ayasofyayê tekezî li ser xurtkirina peywendiyan di navbera olan de kirin.

Di 10ê Temûza borî de, Tirkiyê Dêra Ayasofya li bajarê Stenbolê kir mizgeft û nimêja bikom roja Înê tê de hat kirin, vê yekê karvedanên tund ji aliyê cîhana Mesîhî û çend welatên misilman jî li pey xwe anîn, ku bo hokarê avakirina Dêreke biçûk wek wê ji aliyê hêzên Sûrî-Rûsî û Usqufên Artudoks ve li Siqêlbiya Hemayê.

Ayasofya

Ayasofya, ew bi zimanê kevn yê Yewnanî tê wateya Zanista Pîroz. Tevî endezyarî û avahîsaziya xwe ya tekane ew her wiha bi rola xwe ya siyasî jî xwedî cihekî taybet e di dîroka mirovatiyê de.

Împaratorê Bîzansê Justinianusê Yekem di navbera salên 532 û 537an de Ayasofya wek dêrekê ava kiriye. Bajêr di dema Osmaniyan de sala 1453yan ji aliyê Fatih Sûltan Mehmet ve tê bidestxistin û ew, dêra Ayasofyayş vedigerîne ser mizgeftê. Biqasî 480 sal ew weke mizgeft tê bikaranîn.

Lê di sala 1934an de di dema Komara Tirkiye de ew bi biryarekê dibe muzexane û 85 sal bi vî hawî tê bikaranîn. Ew ne bitenê ji bo misilmanan lê belê ji bo mesihiyan jî gelekî girîng e.

Di 10ê Tîrmeha 2020an de dadgeha bilind wê biryarnameya sala 1934an bettal kir ku Ayasofya pê bibû muzexane. Bi vî awayî Ayasofya careke din bû mizgeft.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst