Sûriye: UNECIFê alîkariyên pizîşkî pêşkêşî nexweşxaneyên navçeyên erdhejê kir

07-04-2023
Loloxan
Sûriye: UNECIFê alîkariyên pizîşkî pêşkêşî nexweşxaneyên navçeyên erdhejê kir
Sûriye: UNECIFê alîkariyên pizîşkî pêşkêşî nexweşxaneyên navçeyên erdhejê kir
Nîşan UNICEF Sûriye Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma erdheja 6ê Sibata 2023an a li bakurê Laziqiya peravên Sûriyê zerardîtiyên erdhejê serdana wan nexweşxaneyên ku UNECIFê alîkariyên pizîşkî pêşkêşî wan kirine. Yên herî zerar jî dîtine zarok in.

Karmenda pizîşkî Wefaa Sead Mihemed dibêje “Ji ber erdhejê, me hejmareke zêde ya wan kesên ku zêde ji ber erdhejê tirsiya bûn wergirtine. Kêmbûneke zêde ya derman û amûran li ba me hebû, lewra UNICEFê piştîvaniya me kir daku em bikaribin karê xwe bi başî bikin.”

Ji xeynî zarokên zerardîtî li navçeyên erdhejê jinên ducanî  jî zehmetî dîtine.

Wefaa Sead Mihemed got jî “Unicefê lepik, şaş, spîrto, ta û sondeyên tendirustî pêkêşî me kir, ji ber ev kereste bo pirsa jidayikbûnê û bo rehetiya dayikan zêde pêwîst in, hemû alav û amûr nû ne.”

Li gor UNICEFê, ji ber erdheja 6ê Sibata borî, li Sûriyê nêzîka 3 milyon û 700 hezar zarokan zerar dîtine, di vê derbarê de UNICEFê hişyariyê dide, piştî erdhejê eger heye zarok li wan navçeyên zerardîtî rûbirûyê derbiderbûn, hejarî, karê ne rewa û nexweşiyên wek kolêra bibin, di dema jin û malbatên bê malxwê di bazneya metirsiyê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst