Li Sûriyê derbarê rewşa koçberên Filistînî û zerardîtiyên erdhejê hişyariyê hişyarî hat dayin

07-04-2023
Loloxan
Li Sûriyê derbarê rewşa koçberên Filistînî û zerardîtiyên erdhejê hişyariyê hişyarî hat dayin
Li Sûriyê derbarê rewşa koçberên Filistînî û zerardîtiyên erdhejê hişyariyê hişyarî hat dayin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komisyarê Giştî ya Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) derbarê rewşa koçberên Filistînî û zerardîtiyên erdheja 6ê Sibatê li Sûriyê hişyariyê dide aliyên peywendîdar daku di dema xwe de alîkariyên mirovî bo hewcedaran bên dabînkirin.

Komisyarê Giştî yê UNRWA Philippe Lazzarini dibêje “Min destpêka îsal daxwaza 1.6 milyar dolar kir, wata zêde yan kêmî 850 milyon dolar bo bûdceya bingehîn ji UNRWAyê re xwestibû, û nêzîka 750 milyon dolar bo rewşa awarte, di dema dawî de jî me daxwaza 16 milyon dolar bo zerardîtiyên erdhejê li Sûriyê kir. Piştî cejna Remezanê dê peywendiyan li gel piştîvanan bikim û derbarê rewşa metirsîdasr a ajansê hişyariyê bidim.”

Philippe Lazzarini serdana navçeyên erdhejê û kampên wêranbûyî yên koçberên Filestînî ji ber şerê navxwe li Sûriyê kiribû êdî şok bûbû.

Philippe Lazzarini got jî “Tiştekî zêde karesatbar e, dema em diçin kampa Yermûkê yan kampa Eyn el-Tel û asta zêde bilind a wêraniyê dibînin. Min berî du salan serdana Yermûkê kiribû, her carê ez dibînim pêşveçûn heye, xelkeke nû vedigerin, proseya nûjenkirinê berdewam e, bê guman jinûavakirina Yermûkê wê demeke dirêj li xwe bigire. Bêhêviyeke mezin li ba xortan heye, piraniya wan xewneke wan tenê heye, ew jî kampan bicîh bihêlin û derkevin derveyî welat.”

Li gor UNRWA, li Sûriyê berî şerê navxwe nêzîka 600 hezar koçberên Filestînî li vî welatî hebûn, lê ji ber şer zêdeyî 120 hezaran ji wan derbider bûne, di dema ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an ji 90ê koçberên Filestînî wata nêzîka 57 hezaran li navçeyên erdhejê zerar dîtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst