MSD daxwaz dike destûra nû li Sûriyê bê nivîsandin

07-04-2019
RÛDAW
Nîşan MSD Sûriye Hikmet Hebîb Krîza Sûriyê Destûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Seroka Encûmena Rêveber a MSDê Hikmet Hebîb daxwaz dike, komîteya destûrî bi rêya kongreyeke niştimanî bê avakirin û destûra nû jî li nav Sûriyê bê nivîsandin.

 

Hikmet Hebîb di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de behsa nêzîkbûna Meclisa Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyê kir û got: “Ev hikûmet rewabûna xwe ji civaka navdewletî distîne, û gelek navçe di destê wê de ne, û di wê çarçoveyê de jî MSDê nêzîkî wê hikûmetê dibe.”

 

Hebîb herwiha da xuyakirin ku wan nexşerê û nerîna xwe di derbarê rewşa welat û amadekirina destûra nû, ji hikûmeta Sûriyê re pêşkêş kirine.

 

Cîgirê Seroka Encûmena Rêveber a MSDê destnîşan kir, heta niha grûpek di nav hikûmeta Sûriyê de heye ku naxwaze çareserî ji kirîza wî welatî re bê dîtin û hewl dide rewşê vegerîne berî sala 2011an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst