Li Idlibê piştî erdhejê zarok li nav çadiran dixwînin

07-03-2023
RÛDAW
Zarok diçin nav çadirekê daku xwendina xwe berdewam bikin
Zarok diçin nav çadirekê daku xwendina xwe berdewam bikin
Nîşan Erdheja Mereşê Idlib Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hinek deverên Idlibê ya Sûriyê piştî erdhejê 6ê Sibatê zarok li nav çadiran dixwînin.

Li gundekî başûrê Idlibê ku di bin destê opozîsyonê de ye, piştî wêranbûna dibistana gund ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an, rêveberiya perwerdeyê ya navçeyê bi alîkariya civaka xwecihî neçar bûye tedbîrên demkî werbigire.

Rêvebrê perwerdeyê li başûrê Idlibê Nadir Ebdo dibêje: “Piştî pişkinîna endazyarî bo hemû dibistanên başûrê Idlibê yê rizgarkirî, di encam de derket pêwîstiya 36 dibistanan bi nûjenkirin an qayîmkirina bilez heye. Me çend tedbîrên bilez wergirtine daku sîstema xwendinê li hinek dibistanan berdewam be, li çend cihên din xelkê xaniyên xwe kirin dibistanên demkî û li hinek cihan jî çadir hatin vedan daku zarok xwendina xwe berdewam bikin."

Li gor  hikûmeta (Inqaz) ser bi Desteya Tehrîr el-Şam, zêdeyî 100 dibistanan li bakur û rojavayê Idlibê ji ber erdhejê bo xwendinê nabin, lewra desthilata xwecihî li çend navçeyên parêzgehê neçar bûye zarokên ku dibistanên wan bo xwendinê bikêr nayên li dibistanên saxlem dabeş bike.

Rêveberê Dibistana Gundê Ebû Hebîbe Ebdirezzaq  el Hezza jî got: “Piştî erdheja wêranker di 6ê Sibata borî de, dibisatana Ebû Hebîbe ya seretayî zerar dît, lewra em neçar bûn zarokan li gel alavan veguhêzin nav vê çadirê, ev yek bi alîkariya civaka xwechî çêbûye. Em dixwazin zarok demsala xwendina xwe berdewam bikin, hevdem silametiya wan jî biparêzin."

Li gor amarên fermî, li seranserê Sûriyê ji ber erdheja 6ê Sibatê nêzîka 900 dibistanan zerar dîtine, di demekê de ku hejmareke dibistan jî derbiderên erdhejê li wan hatine bicîhkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst